Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kevok firandin 2020-08-31 21:53:24   ÎZMÎR – Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, ji bo çalakiya "xeleka aştiyê" bang kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, ji bo çalakiya "xeleka aştiyê" ya bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiê ya Cîhanê li semta Alsancak û Çarşiya Kemeraltiyê bang kir. Parlementerê HDP'ê Serpîl Kemalbay, Necdet Îpekyuz, endama Meclîsa Partiyê Hacay Yilmaz û rêveberên HDP'î belavok belavkirin.    Piştî belavkirina belavokan heyet li semta Şemiklerê ya navçeya Karşiyakayê serdana gel kir. Kemalbay, destnîşan kir ku li dijî şer aştiyê diparêzin û got: "Em li dijî tecrîd azadiyê diparêzin. Dîroka me mişt şer û pevçûn in. Em jî hêvîdar in ku aştî bê. Gava aştî bê Tirkiyeyê wê çaxê em ê karibin bi hev r ebijîn."    Piştî axaftinan parlementeran kevok firandin.