Li Dêra Zorê êrîş birin ser serokê meclîsê 2020-08-31 22:33:38     NAVENDA NÛÇEYAN -  Hin kesên ku nasnameya wan nehat hînbûn êrîş birin ser Serokê MEclîsa Bajaroka Zubyanê.    Li bajarê Dêra Zorê yê Sûriyeyê hin kesên nasnameya wan nehat hînbûn êrîş birin ser Serokê Meclîsa Bajaroka Zubyanê Alî El Hîveydî Ebû Seed.    Piştî êrîşê Ebû Seed rakirin nexweşxaneyê û hat ragihandin ku rewşa wî xedar e.