Destûr nehat dayîn Demîrtaş bi zarokên xwe re hevdîtin bike 2020-09-01 10:54:12 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş ragihand ku bi hêceta vîrûsa koronayê zarokên wê bi bavê xwe re hevdîtin bikin. Hevjîna Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, Başak Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku bi hêceta vîrûsa koronayê keçên wê nikaribûne bi bavê xwe re hevdîtin bikin. Başak Demîrtaş wiha got: “Destûra keçên me Delal û Dilda nehat dayîn ku bi bavê xwe re hevdîtin bikin.”