Ji HDK'ê peyama 1'ê Îlonê 2020-09-01 12:48:41 STENBOL - HDK'ê ragihand ku derdê aştiyê yê bloka desthilatdariyê ya AKP-MHP'ê nîne û diyar kir ku Îmrali û welat bi temamî tecrîdkirî ye. HDK'ê got aştî bi humanîzma pûç nabe, aştî bi berxwedanê dibe.   Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek belav kir.   HDK'ê bal kişand ser polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd û gelek pirsgirêkan astengiya herî mezin e, ji vê feraseta desthilatdariyê cuda nîne.   HDK'ê da zanîn ku tu rojeveke desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, pêkanîna aştî, aramî û edaletê nîne û got: "Eşkere ye ku li Îmraliyê di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de gelên Tirkiye û Kurdistanê hemû hatine tecrîdkirin û qada azadiyê hatiye tengavkirin."   Di dawiya daxuyaniya HDK'ê de hat diyarkirin ku aştî bi pasîfîst, bêtêkoşîn û humanîzma pûç pêk nayê, aştî bi têkoşînê dibe û got: "Em mezinkirina têkoşîna şoreşger, demokrat, welatparêzan weke şertê aştiyeke esîl dibînin."