Li Cizîrê polîs û nobedarekê li hev xistin 2020-09-01 14:32:42 ŞIRNEX- Li ser rêbejahiya navçeya Cîzîr û Şirnexê, li nuqteya kontrolê polîs û nobedarekê li hev xistin. Dîmenê di kameraya ewlekariyê de hat kişandin, li ser medya civakî hat parvekirin.   Li nuqteya kontrolê ya nêzî Sanayîya Oto ya li ser rêbejahiya navçeya Cîzîr û Şirnexê polîsekê û nobedarekê şer kirin. Dîmenê di kameraya ewlekariyê de hat kişandin, li ser medya civakî hat parvekirin. Di dîmende jî xuya dike ku polîs A.U.T û nobedar B.B. dest pê kê nîqaş dikin. Dûre polîs A.U.T. nobedar B.B. derp dike. Şerê ku di navbera polîs û nobedar de, bi mudaxileya nobedar û polîsên din bi dawî dibe.    Li gorî agahiyan, polîs û nobedar ji kar hatin dûr xistin û derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.