Baroyan peyamên sala nû ya edlî dan 2020-09-01 15:23:46   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek navendan baroyan û rêxistinên hiqûqê têkildarî vekirina sala nû ya edlî peyam dan û hesreta ji bo dewletek hiqûqî ya demokratîk ku girêdayî rêgezên hiqûqa gerdûnî ye anîn ziman.    Îro sala nû ya edliyê dest pê kir. Piştî betlaneya 40 rojî edliyan dest bi mesaiyan kir. Bi boneya vekirina sala nû ya edlî 2020-2021’an li gelek navendan baroyan û rêxistinên hiqûqê daxuyanî dan çapemeniyê. Baroyên bajarên Amed, Mêrsîn, Edene, Îzmîr, Antalya û gelek bajarên din daketin qadan û daxwaza edalet û hiqûqê kirin. Di daxuyaniyên baroyan û rêxistinên hiqûqî de peyamên sala nû ya edlî hatin dayîn û hesreta ji bo dewletek hiqûqî ya demokratîk ku girêdayî rêgezên hiqûqa gerdûnî ye anîn ziman.