4 kesên polîsan li Rihayê binçav kiribûn hatin berdan 2020-09-02 07:40:33   RIHA – Li Rihayê ji 6 kesên ku beşdarî çalakiya "Zincîra Aştiyê" bûn û polîsan ew binçav kirin jê 4 kes piştî îfade dan hatin berdan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê duh bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê çalakiya "Zincîra Aştiyê" li dar xist. Di çalakiyê de polîsan mudaxale kiribû û 6 kes binçav kiribûn. Ji 6 kesên ku polîsan ew binçav kirin jê 4 kes hatin berdan. Polîsan piştî îfadeya rêveberên HDP'ê Ahmet Îstek, Hevseroka HDP'ê ya Hîlwanê Çigdem Karageçîlî û Ulaş Çoban girtin ew serbest berdan.    Endamê Meclîsa HDP'ê Îzzet Karadag û Hevserokê HDP'ê yê Haliliyê Muslum Arslan jî hêj li midûriyeta polîsan tên girtin.