Li Girtîgeha Şakranê dubareya 12’ê Îlonê: Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im 2020-09-02 11:03:59   MÊRDÎN – Hat ragihandin ku li Girtîgeha Şakranê gardiyanan li 6 girtiyan daye, cilê wan derxistine û bi darê zorê bi wan gotina “Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im” dane gotinê.    Li Girtîgeha Jimara 1’an a Girtîgeha Şakrana li navçeya Alîaga Îzmîrê gardiyanan xwestiye qawîşên 6 girtiyan biguherînin. Girtî li dijî vê derketine. Gardiyanan li girtiyan daye û cilên wan derxistine. Hat zanîn ku ji ber lêdanê laşê girtiyan reş û şîn bûye.   WAN NEBIRINE NEXWEŞXANEYÊ    Ji girtiyan Bariş Îldem tiştên qewimîne bi rêya telefonê ji xwarziyê xwe Kadrî Suer re vegot.    Suer da zanîn ku xalê wî jê re gotiye ji ber cih guhertinê gardiyanan êrişî wan kiriye û enî û milê xalê wî birîndar bûye û hestiyê çena wî cih hatiye derxistin û xalê wî bi zehmetî axiviye.    Sure diyar kir ku xalê wî gotiye girtiyên din jî bi halê wî ne û di kêliya gardiyanan li wan daye ji girtiyan xwestine bi dengê bilind bêjin “Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im (Ne mutlu Türküm diyene).” Suer got xalê wî daye ragihandin ku ji ber ku wê gotinê qebûl nekirine gardiyanan hin bêtir li wan daye û ji bo raporê xwestine biçin nexweşxaneyê lê bes sewqa wan çênekirine. Suer da zanîn ku xalê wî gotiye niha ew 13 kes di qawîşek 3 kesî de dimînin.    WÊ GILÎ BIKE    Parêzerê Îldem, Sûat Çetînkaya jî diyar kir ku ew ji malbatê haydar bûye ku vê muameleyê anîne serê miwekîlê wî û ew ê têkildarî mijarê gilî bike.    GIRTÎGEHÊ AGAHÎ NEDA    Me têkildarî mijarê bi girtîgehê re hevdîtin pêk anî lê rayedarê girtîgehê diyar kir ku ew nikarin agahî bidin û divê serî li Serdozgeriya Komarê were dayîn.