Kurd di hevsengiya navbera DYA û Rûsya de êdî aktorê sereke ne 2020-09-02 11:25:01   KOBANÊ – Li Sûriye hevsengiyek nû tê avakirin. Rûsya û DYA hewl didin li wir hevsengiyekê ava bikin û Kurdan bikin aktorê sereke. Hem Rûsya hem jî DYA li ser Rêveberiya Xweser hewl dide rewşa xwe ya li Sûriye û Rojhilata Navîn bi hêz bike.    Li Sûriyeyê 9  salin şerê navxweşî didome. Gelek welatên navneteweyî hewl didin ku li Sûriyeye bibin xwedî hêz. Di serî de Rûsya û DYA hewl didin ku hêza xwe ya mayinde ava bikin. Ji bo vê yekê hem Rûsya û hem jî DYA li dora Kurdan diçin û tên û hewl didin bi tiştên biçûk Kurdan bertîl bikin. Niha li Rûsiye yek ji meseleyên hêj çareser nebûye rewşa Idlibê ye. Tirkiye di 9'ê Cotmeha 2019’an de ket bajarê Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê. Piştî bi tang, top, balafirên şer, şerekî giran pêş xist, bi hevkariya komên çekdar ên wekî OSO û El Nusra bajarê Serêkanîyê û Girê Spî dagir kirin. Tirkiye ku ewil Efrîn û piştre Serêkaniyê û Grê Spî dagir kir, niha çav berdaye bajarên din û gefan dixwe.    Li aliyê din gelek hêzên navneteweyî wekî Rûsya û DYA bi Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di nava dîplomasiyê deye. Hem DYA û hem jî Rûsya dixwaze bi bertîlên biçûk kurdan bixapînin û statuya wan nas bikin. DYA û Rûsya dixwazin Kurdan wekî aktorê sereke nîşan bidin û li Welatên Ereb û Rojhilata Navîn belav bibin. Niha vîna gelê herêmê Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Moskova hevdîtinan dike.    DYA DIXWAZE PÊVAJOYEK NÛ BIDE DESTPÊKIRIN   Hêzên Koalîsyonê û DYA dixwaze li ser axa Erebîstana Suudî, Emîriyên Ereb ên Yekbûyî (BAE) û Misirê pêvajoyek nû ya siyasî bidin destpêkirin. DYA û Hêzên Koalisyonê dixwazin li ser axa Cîhana Ereban bibe xwedî hêz û ji bo vê yekê dixwazin Kurdan wekî aktor bibînin. Nûnerên Rêveberiya Xweser û pêşengê Ereban dîsa dest bi hevdîtinan kirin. Lê heta niha Rêveberiya Xweser der barê naveroka hevdîtinan de tu daxuyaniyên fermî nedane. Hin çavkanî diyar dikin ku dê der barê hevdîtinan de di rojên pêş daxuyanî bên dayîn û dê hevdîtin bêne kirin.    MSD'Ê PEYMANA MOSKOVA ÎMZE KIRIN   Piştî hewldanên DYA û Koalisyonê, niha Rûsya jî ket nava tevgerê. Piştî DYA di navbera ENKS-PYNK'ê de navbênkarî kir û di nava Cîhana Ereb û Rêveberiya Xweser de hevdîtin pêş xist, Rusya jî Heyeta MSD'ê dawetî Moskovayê kir. Nûnerên MSD'ê û li ser navê partiyên muxalif ên Sûriyeyê Kadrî Cemîl di navbera Partiya Vîna Gelan de peyman îmze kirin.    KADRÎ CEMİL KÎ YE?    Piştî hewldanên dîplomatîk berê her kesî çû ser Kadrî Cemîl ê bi MSD'ê re li ser masê rûnişt. Cemîl ku Kurdê ji Derbesiyê ye, wekî BAAS'îyekî kevn tê zanîn. Cemîl ku berê Walîtiya bajarê Hasekê kiriye, di heman demê de Wezareta Bazirganî û Cîgira Serokê Sûriyeyê jî kiriye.    RÊVEBERIYA XWESER DI PROJEYA XWE DE BI ISRAR E   Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoyek zêde ya diplomatik dest pê dike. Rûsya û DYA hewl dide ku hevsengiyek nû li herêmê ava bike. Ji bo vê yekê jî dixwazin Kurdan wekî aktorê sereke bibînin. Lê Rêveberiya Xweser ku 9 salin li herêmê tê dikoşe, bi israr e ku qeyran bi projeya wan çareser bibe.    MA / Nazim Daştan