‘Ji bilî aştiyê wek din tu rê nîne’ 2020-09-02 13:48:12   MÊRDÎN – Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê diyar kirin ku ji bilî rêya aştiyê wek din tu rêyek din nîne û xwestin her kes guh bide dengê wan.    Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Qoserê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê dayikan Hevlet Oncu axivî û diyar kir ku bi salane wan neçarî jiyanek nav şer dikin ku ew bijîn. Oncu anî ziman ku pêdiviya gelên cîhanê bi aştiyê heye û got: “Bila ev şer û xwîn bisekine. Şer dinyayê tevizandiye. Em edalet û mirovahiyê dixwazin. Bila guh bidin dengê dayikên aştiyê. Ji bilî aştiyê wek din tu rêyek din nîne. Her roj însan jiyana xwe ji dest didin. Bila dawî li şeran were û em bi hev re bijîn. Ez ji bo girtiyan jî bang dikim; bila girtî werin berdan. Ev alozî tenê bi rêya aştiyê dikare were bidawîkirin. Heta birêz Ocalan azad nebe wê aştî pêk neyê. Bi rakirina tecrîdê pêkanîna aştiyê mimkin e. Mifteya çareserî û aştiyê li Girava Îmraliyê ye.”