‘Twîta belav neke, nexweşxaneyan veke’ 2020-09-02 14:21:04   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk diyar kir ku divê nexweşxaneyên hatine girtin werin vekirin û got: “Wezîrê Tenduristiyê her roj bi helwestek bêcidî twîtan belav dike. Tenduristiya însan ne bi twîtan ve girêdayî û silametî pêk nayê, nexweşxaneyê veke.”    Platforma Nexweşxaneya Min Veke (HAP) ji bo Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkenta Enqereyê û 6 nexweşxaneyên din hatine girtin werin vekirin daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Nexweşxaneya Îhtîsas a Bilind ku hatiye girtin hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk û Parlamenterên CHP’ê Gamze Taşçier û Mûrat Emîr û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.    Berdevkê HAP’ê Bayazit Îlhan daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya nexweşxaneyên hatine girtin û xwest ew nexweşxaneyên hatine girttin werin vekirin.    Piştî ku her du parlementerên CHP’ê axivîn, Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk jî axivî û got: “Wezîrê Tenduristiyê her roj bi helwestek bêcidî twîtan belav dike. Tenduristiya însan ne bi twîtan ve girêdayî û silametî pêk nayê, nexweşxaneyê veke.”