Mexdûrên KHK’ê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin 2020-09-02 15:23:10   STENBOL – Cemal Yildirim, Muhammet Semîh Karaoglû û Resûl Kalyoncû yên bi KHK’ê hatin îxrackirin tevî hemû astengiyan jî ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin.    Cemal Yildirim, Muhammet Semîh Karaoglû yên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de )KHK) hatin îxrackirin û Resûl Kalyoncû yê ne îxrackirî jî piştevaniyê da wan û bi daxwaza “maf û edaletê” tevî astengiyan hemû jî ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve derketin rê. Beriya meşê li navçeya Kadikoya Stenbolê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê hatibû îxrackirin û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî piştevanî dan van karmendên îxrackirî.    ‘KHK QIRKIRIN E’    Cemal Yildirim diyar kir ku ew çar sal in li edaletê digerin û got: “KHK di heman demê de qikirina li dijî me ye. Qirkirina wan didome lê em ê teslîmî wan nebin.”    Resûl Kalyoncû yê piştevaniyê da wan jî diyar kir kul i dijî pergala faşîst dem dema yekîtî û têkoşîna bi hev re ye.    DAXWAZA HEMÛ CIVAKÊ YE    Muhammet Semîh Karaoglû jî da zanîn ku daxwaza wan tenê ne ji bo wan di heman demê de ew vê daxwaza xwe ya edalet û maf ji bo hemû civakê dixwazin.    JI BO BERXWEDANÊ    Parlamenter Gergerlîoglû jî bal kişand ser girîngî û wateya meşê û ew ji bo li ber xwe bidin li vir in û ew li cem van meşvanan cih digirin.    Parlamenter Pîroglû jî anî ziman ku lêgerîna edaletê lêgerînek ji bo her kesê li dijî îqtîdarê ye.    Piştî axaftinan her sê kes ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin.