ETKÎNLÎK-SEN: Bila cihên derveyî eywanên dawetan werin qedexekirin 2020-09-02 16:06:18   AMED -  Serokê Giştî yê ETKÎNLÎK-SEN’ê Alî Koray Ozandaç xwest ku dawet û şîraniyên ku derveyî eywanên dawetan tên kirin werin qedexekirin.   Sendîkaya Karkêrên Sektora Hemû Çalakiyan (ETKÎNLÎK-SEN) bi tevlîbûna nûnerên wan yên 25 bajarên mezin li eywaneke dawetê ya li navçeya Peyasa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Serokê Giştî yê ETKÎNLÎK-SEN’ê Alî Koray Ozandaç axivî.   'CIHÊN NE LI GORÎ RÊGEZAN DIXEBITIN BILA WERIN GIRTIN'    Ozandaç diyar kir ku ji ber pevajoya pandemiyê demekî dirêj eywanên dawetan girtî man û ji aliyê aboriyê bandoreke neyînî li wan kiriye. Ozandaç anî ziman ku berî 55 rojan bi hin sînordarkirinan eywanên dawetê bi dest kar kirine û wiha got: “Bila dawet, nîşan, sinet, şîn ên ku li kolan, tax, baxçe û vîlayan demildest werin qedexekirin. Cihên ku li gorî rêgezan tevnegerin jî bila werin cezakirin.”   'BILA CIHÊN BÊRUHSET WERIN KONTROLKIRIN'   Ozandaç xwest ku cihên ku bêruhsat in werin kontrolkirin û bi cezayên giran werin cezakirin û endamekî wan li Lijneya Pandemiyê ya Bajar û Heyeta Hakem a Serfkar de cih bigirin. Ozandaç herî dawî got: “Bila dewlet ji bo vê pêvajoya ewyan girtî ne heqê av, ceyran, reklam û bacên îlanan ne xwaz e."