Danişîna biryarê ya doza cînayeta Yaglikara sibe ye 2020-09-03 12:18:07   ENQERE - Danişîna biryarê ya doza derbarê Ûgûr Koçyîgît û Hûriye Koçyîgît ên Eylul Yaglikara qetilkirin hatibû vekirin, sibê wê bê dîtin.    Li Taxa Ûzûnbeylî ya girêdayî navçeya Polatli ya Enqerê, zaroka 8 salî Eylul Yaglikara di 22’yê Hezîrana 2018’an de winda bibû û heftiyekê şûnde cenazeyê wê hatibû dîtin. Piştî dîtina cenazeyê Eylul, derketibû holê ku Ûgûr Koçyîgît tecawîzî wê kiriye û dûre qetil kiriye.       Danişîna biryarê ya derbarê  qetilkirina Yaglikara hatibû vekirin, wê li sibe li 7’emîn Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin.    CEZAYÊ MUEBETÊ HAT XWESTIN    Dozger di danişîna derbasbûyî de mutalaa xwe da bû û xwestibû cezayê muebetê û 39 sal girtîgehê li Ûgûr Koçyîgît bê birîn û bersûc Huriye Koçyîgît a ku alîkarî da bû wî jî bê ceza kirin. Parêzerên malbata Yaglikara mutalaaya dozger îtîraz kiribûn û xwestibûn bersûc Huriye Koçyîgît jî, ji sîcê “Pê dana kirine” bê cezakirin.   MALBATA BI HÊVIYEK MEZIN LI BENDÊ YE   Dayika Yaglikara Şerîfe Yaglikara, berî danişîna biryarê axivî û wiha got: “Piştî du salan, em hêvî dikin ku em êdî em hew werin edliyê. Dozger jî sûcê wan aşkere kir. Me xwest Huriye Koçyigît jî bê girtin. Em hêvî dikin ku biryarek baş bê dayîn. Em bi hêviyek mezin li benda biryarê ne. Hemû delîl li holê ne.”    Bavê Yaglikara Halîl Îbrahîm Yaglikara jî, da zanîn ku êşa wan pir mezine û wiha got: “Di her danişînê de me ew mirovkuj dîtin. Her ku me wan didît êşa me girantir dibû. Divê tavilê bên cezakirin. Em hêvî dikin ku biryarek xweş bê dayîn.”