Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek li girtîgehê qeyrana dil derbas kir 2020-09-04 08:05:55 AMED – Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Makbûle Ozbek a 72 salî li Girtîgeha Jinan a Amedê qeyrana dil derbas kir. Ozbek rakirin nexweşxaneyê û niha di beşa venêrtina zêde de tedawî dibe.  Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya 72 salî Makbule Ozbek, li girtîgeha Jinan a Amedê qeyrana dil derbas kir. Ozber rakirin nexweşxaneyê û niha di beşa venêrtina zêde de tedawî debe. Ozbek di operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin û girtin. Parêzeran ji bo Ozbek bê bertan îtîraz kiribû, lê daxwaza parêzeran bi îdeaya "Şika bireve heye" red kiribûn.