Onaran: Divê mafê 'xatirxwestinê' yê girtiyan esas bê dayîn 2020-09-04 09:01:35 STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê Hatîce Onaran, destnîşan kir ku bi şewbê re li girtîgehan hema bibêje mafê pêwendîdanînê ji holê hatiye rakirin. Onaran, xwest girtiyên nexweş bên berdan û got: "Mafê her mirovî heye ku xatir ji hezkiriyên xwe bixwazin. Ev mafê her mirovî ye."    Li Tirkiyeyê piştî pêvajoya "asayîbûnê" ku di 1'ê Hezîranê de dest pê kiribû, her diçe hejmara pêketiyan û kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Piştî vê yek ji deverên ku bûye cihê meraqê jî girtîgeh in. Di demên dawî de di warê şewba Covîd-19'ê de der barê girtîgehan de tu agahî nayên parvekirin.    Endama Komîsyona Girtîgehan a Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) Hatîce Onaran, der barê rewşa girtîgehan de axivî.    ASTENGKIRINA PÊWENDÎDANÎNÊ    Onaran, destnîşan kir ku yek ji qadeke ku şert û mercên wê awarte ne jî girtîgeh e û got: "Li vê derê yek ji astengiyên heyî jî pêwendîdanîn e. Gava pêwendî tunebe pêkanîna wê rihet e. Di van şertan de jî binpêkirinên mafan zêde dibin. Lê belê binpêkirinên mafan ji bo her pêvajoyê derbasdar in. Di dema şert û mercên demokratîk de jî li girtîgehan her tim binpêkirinên mafan hene."    Onaran, bibîr xist ku bi şewbê r eewilî hevdîtinên malbata û parêzeran hatin bisînorkirin û got, piştî pêwendîdanîn ji holê hat rakirin li girtîgehan atmosfera hatiye xwestin hatiye afirandin û got: "Bi rastî jî rewşa li girtîgehan pir xirab e. Hem di warê hiqûqî hem jî di warê mafên mirovan de. Ji ber vê yekê her diçe fikarên me jî zêde dibin."    Onaran, anî ziman ku piştî şewb dest pê kiriye ji bo tevdîrgirtinê hin pêşniyar kirine û got, lê belê pêşniyarên wan esas nahtine girtin. Onaran, diyar kir ku piştî bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên edlî hatine berdan li girtîgehê pirsgirêka xwarinê rû daye û got: "Ji lewra li girtîgehan ên karê xwarinê dikirin ew bûn. Ev yek jî nîşan da ku bê dewlet çi qasî bê plan û bê pêşbinî ye. Hîn jî ev pirsgirêk didome."    Onaran, detsnîşan kir ku bi şewbê re girîngiya paqijiyê careke din hatiye fêmkirin û got, lê belê li girtîgehan amûrên paqijiyê pir kêm didin girtiyan. Onaran got: "Diviyabû ev amûrên paqiijiyê belaş bûne, tiştên dezenfektanê bi awaekî rêk û pêk bihatana dayîn û maske û lepik belaş bihatana dayîn. Lê belê her ku çû fiyetê evan tiştan pir hatin bihakirin."    MAFÊN CIVAKIYΠ   Onaran, diyar kir ku di dema şewbê de ji dêvla hevdîtina rû bi rû mafê hevdîtina bi telefonê hatiye dayîn, lê belê ev rewş jî hinekî biproblem e û got: "Li hin deran ev yek heftê carekê hat kirin. Li hin deran 20 deqe di carekê de hat bikaranîn. Li hin deveran jî 10 deqe daxistin 3 deqeya. Gotin wê ji bo pêdiviyan qoliyan bişînin. Lê belê qolî bi mehan e tên sekinandin. Mafên civakiyî ji holê hatin rakirin. Girtiyên li pirtûkxabe û atolyeyan dixebitîn mafên hemûya ji holê hatiye rakirin."    Her wiha Onaran, bilêv kir ku li qawîşan pîvanên navbera fizîkî esas nayê girtin û got, di warê kêmkirina kapasîteyê de jî tiştek nayê kirin. Onaran, anî ziman ku heger 10 kes biçin atolyeyekê dikarin vê yeê biin du beş 5-5 û got: "Berevajî hîn bêtir bisînor dikin. Divê ev yek demildest ji holê bên rakirin. Divê desv ji polîtîkaya di nava zindanê de zindan bê berdan."    ODEYÊN KARANTÎNAYÊ    Onaran, destnîşan kir ku yek ji binpêkirinên mafan ên sereke yên li girtîgehê jî binpêkirina mafê tenduristiyê ye û got, ev yek bi taybetî jî rewşa girtiyên nexweş xirabtir dike. Onaran got: "Hema dikarin bibêjin mafê tenduritsiyê bi temamî ji holê rahtiye rakirin. Sewqên nexweşxaneyan bi hinceta 'şewbê' tên astengkirin. Her wiha gava girtî biçin nexweşxaneyê divê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Di dema karantînayê de jî li odeyên qirêjî û nebaş dimînin."    Onaran, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, girtiyên nexweş divê bi awayekî rêk û pêk biçin nexweşxaneyê û got: "Divê nêzîkatiya ji bo girtiyên nexweş taybetir be. Lê belê ji dêvla ku bi vî rengî be, ne wan dibin nexweşxaneyan ne jî tedawî dikin. Astengkirina mafê tenuristiyê tê wateya ku girtiyên nexweş esas nayên girtin. Em dikarin bibêin ku nêzîkatiyeke wekî 'hûn dimirin jî bimirin, jixwe em jî dixwazin hûn bimirin' heye."    ‘WAN BERDIN'    Onaran, destnîşan kir ku ew parêzvanên mafên mirovan van binpêkirinên mafan qebûl nakin û got: "Em ê her tim bibin dengê wan û bêhna wan. Em dixwazin di serî de girtiyên nexweş û bi giştî jî hemû girtî bên berdan. Ji lewra em baş dizanin ku li van girtgehan rewşa vîrusê nayê aşkerekirin û belav bûye. Berî ku li wan deran hejmara pketiyan zêde dibe qet nebe mafê xwetirxwestinê yên girtiyên nexweşînên wan ên kronîk û ên giran hene heye. Mafê her mirovî heye ku xatir ji hezkiriyên xwe bixwazin. Ev mafê her mirovî ye."    MA / Kadîr Guney