Hevşaredarê Êlihê Demîr bi modela ‘hevserokatiyê’ tê sûcdarkirin 2020-09-04 09:57:38 AMED – Derbarê Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û niha girtî ne bi hêceta modela hevserokatiyê û banga çalakiya deng derxistinê ya li dijî qeyûm bi daxwaza ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê îdianame hat amadekirin.   Derbarê Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê di 23’ê adarê de qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û di 27’ê tîrmehê de hat girtin lêpirsîna hatibû destpêkirin temam bû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameya Demîr amade kir û di îdianameyê de tevlîbûna xebatên hilbijartina xwecihî, delegbûna Kongreya Civaka Demokratîk û ji ber şaredariyê bi modela hevserokatiyê birêve biriye bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.    Di îdianameya ji 69 rûpelan pêk tê û di 52 rûpelan de cih dane sazûmaniya KCD, PKK, KCK’ê û lêpirsînên berê yên derbarê KCD’ê bûne mijar cih digirin.    GOTINA “QEYÛM ZILM E’ JÎ KIRINE SÛC    Tevlîbûna Demîr a çalakiyên li dijî qeyûman wek sûc hatiye dîtin û ji ber Demîr tayînkirina qeyûman wek zilmê dîtiye ev yek jî kirine sûc. Her wiha di îdianameyê de banga Demîr a ji bo çalakiya deng derxistinê ya li dijî qeyûman de jî wek sûc hatiye dîtin. Birêvebirina şaredariyê ya bi modela hevserokatiyê jî ji Demîr re kirine sûc.    HEVDÎTINÊN TELEFONÊ     Di îdianemeyê de hatiye gotin li telefona Demîr hatiye guhdarkirin û ew ji ber hevdîtinên telefonê jî hatiye sûcdarkirin.    LÊPIRSÎNA HATIBÛ GIRTIN DÎSA DANE DESTPÊKIRIN    Lêpirsînek di sala 2018’an de derberê Demîr de hatibû destpêkirin û ku bi doznevekirinê bi encam bûbû ji nûve xistine meriyetê û di îdianameyê de bicih kirine.    MA / Aydin Atay