Malbatan xwestin biçin Îmraliyê 2020-09-04 11:09:37 STENBOL - Malbata Rêberê PKK Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi boneya bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya bûrsayê dan.    Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û malbatên girtiyên din bi boneya bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û vasiyê Ocalan Mazlum Dînç, bi boneya biçin Îmraliyê û hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê Birayê Omer Hayri Konar AlîKonar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysi Aktaş Melihe Çetin bi rêya parêzerên xwe ji bo biçim Îmraliyê serî li dozgeriyê dan.    Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, ji 15'ê Adara 2015’an heta niha tenê di 5'ê Hezîran 12'ê tebaxa 2019 û 2'ê Adara 2020'an de hevdîtin kirin. Malbata Hamili Yildirim jî ji roja birine Îmraliyê heta niha ji 15'ê Tîrmeha 2015'an tenê di 5'ê Hezîranê û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi malbatê re hevdîtin kirin. Di hevdîtina 2'ê Adarê ya malbatan de Hamîlî Yildirim ji ber nexweş bû nekarîbû hevdîtin bike.b    Ocalan piştî 21 salan yekem car di 27'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi malbatê re axivîbû.