Tûnç: Bi ragihandina qedexeyan re serdemek nû dest pê kir 2020-09-04 12:55:59 ŞIRNEX – Hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tunç têkildarî salvegera ragihandina qedexeya li Cizîrê daxuyanî da û got: “Bila baş bê zanîn ku ne em û ne jî gelê Cizîrê tiştên ku hatine serê wan wê tu caran  ji bîr nekin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Navçeya Cizîrê bi boneya salvegera ragihandina qedexeya derketina derve ya ewil di navbera 4-12'ê îlona 2015'an de li Cizîra Şirnexê pêk hat de li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêveberên rêxistina HDP'ê ya Şirnex û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn.    Hevseroka Rêxistina HDP’a Cîzîrê Guler Tunç daxuyanî da. Tunç bal kişand ser lêpirsînên ku bêencam mane û wiha got: “Li ser qedexeya derketina derve û binpêkirinên dijwar ên mafan re pênc sal derbas bûn.  Lê piraniya lêpirsînên ku hatibûn destpêkirin de bêencam man. Ligel vê yekê ku di piraniya dozên ku di derheqê mirinan de hatine vekirin de delîlên zelal hene, biryara neşopandinê hate dayîn. Di navbera 4-12 îlona 2015'an de 21 kesan jiyana xwe ji dest da. Her çend pênc sal bi ser qedexeyê re derbas bûn jî, ji 9 dosyayên ku ji bo kiryaran hatine vekirin biryara neşopandinê hat dayîn û 6 ji wan bi dembohirînê re hatin hiştin. Di vê pêvajoyê de piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dan zarok û extiyar bûn. Li gel qedexeyan li Cizîrê serdemeke nû dest pê kir"   'GELÊ CIZÎRÊ WÊ JI BÎR NEKE    Tunç anî ziman ku li ser navê “aramiyê” li navçeya wan komkujî pêk hatin û wiha domand: "Divê baş were zanîn ku qedexeya derketina derve ya ku di 4'ê Îlona 2015'an de hat ragihandin,  bi gotin û fermana serokwezîrê wê demê pêk hat. Bi ragihandina qedexeyê re di 14'ê kanûna 2015'an de, ew di rastiyê de tevahiya bajarê ku nifûsa wî 150 hezar e hedef hat girtin. Bila baş bê zanîn ku ne em û ne jî gelê Cizîrê tiştên qewimîne û hatne serê wan wê ji bîr nekin.”    'KESÊN KU ZAROK Û EXTIYARAN QETIL KIRIN TERORÎST IN’    Piştî Tunç, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî axivî. Îmîr jî destnîşna kir ku kesên ku qedexeyên derketina derve ragihandin bûn berpirsiyarên komkujiyan e û got: “Qedexeyên ku 4'ê Îlonê dest pê kirn, îlana şerê li dijî gelê kurd bû. Ev şer di heman demê li hemberî jiyaneke demokratîk bû. Kesên ku şer îlankirîn, ger ku armanaca wan a aştiyê hebûya, qedexe îlan nedikirin. Em li vir bang li leşker û polîsên ku li Cizîrê peywîrdarin dikin, peywîra xwe di çarçoveya hiqûq û edeletê de pêk bînin. Tu hêz nikare me û zarokên me 'terorîst' îlan bike. Kesên ku pitik û kalên 80 salî qetil kirin terorîst in."