Pirtûka bîranînên Apê Mûsa di refan de cihê xwe girt 2020-09-04 13:44:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Weşanxaneya Aramê, 8 pirtûkên din ên nû çap kirin. Di nava berhemên hatin weşandin de, pirtûka bîranînên Apê Mûsa ku bi taybetî ji bo 100 saliya wî hat amedekirin jî heye.   Weşanxaneya Aramê ku heya niha gelek berhemên girîng weşandin, vê carê jî bi weşandina 8 pirtûkên nû derket pêşberê xwînerên xwe. Di nava pirtûkên nû hatin çapkirin de, 5 pirtûkên helbestên kurdî, 2 romanên kurdî û pirtûka bîranên Apê Mûsa ku bi taybetî ji bo 100 saliya wî  hat amadekirin a bi navê “Apê Mûsê Mûsa Anter di 100 saliya xwe de ye!” cih digirin.     Li ser banga rojnameger Huseyîn Aykol, ligel zarokên Apê Mûsa, gelek nivîskar, helbestvan, ronakbîr, hûnermend, siyasetmedar, rojnameger, zimanzan, aktîvîstên jinan, “generalên biçûk” û bi dehan navên tên nas kirin bîranên xwe yên bi Apê Mûsra nivîsandin.    Dîsa wê xînerên pirtûkê, ji pênûsên Tarik Ziya Ekinci, Ahmet Telli, Ahmet Turk, Murathan Mungan, Eren Keskin, Fikret Başkaya, İsmail Beşikçi, Ayşe Gokkan, Zubeyir Aydar, Halil Ergun, Sinemxan Bedirxan, Pervin Buldan, Mazlum Çimen, Yilmaz Yakut û gelek kesên din ferî gelek aliyê Apê Mûsa yên nayin zanîn bibin.    Navê pirtûkên din ên Weşanxaneya Aramê çap kirin wiha ne: Ji pênûsa Huseyin Duman ‘Xeyala Vegerê’; Savaş Amed ‘Agir Bi Berfê Ket’; Abdurrahman Yildirim ‘Raperîna Demsala Min’; Fazil Atan ‘Şûnwarê Bîranînan’; Medya Yaklav ‘Welatê Min’; Cîhan Azad Aydemir ‘Berbang Bû Piçûkê Min’ û Zeynep Taşgir ‘Demnarîn’