Ji bo Ozbek a krîza dil derbas kir biryara berdanê hat dayîn 2020-09-04 13:54:17   AMED - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Makbûle Ozbek a duh li Girtîgeha Jinan a Amedê krîza dil derbas kiribû û rakiribûn nexweşxaneyê. Îro ji bo Ozbek biryara berdanê hat dayîn.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya 72 salî Makbule Ozbek, duh li Girtîgeha Jinan a Amedê krîza dil derbas kiribû. Ozbek rakiribûn nexweşxaneyê û niha di beşa lênêrîna awarte de tê dermankirin. Ozbek di operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin û girtin. Parêzeran ji bo Ozbek bê berdan îtîraz kiribûn. Lê daxwaza parêzeran bi îdeaya "Şika bireve heye" hatibû redkirin.    Dadgehê îro rewşa Ozbek nirxand û derbarê wê de biryara berdanê da.