Tuncel: Pirsgirêka gelê kurd li dadgehê nayê çareser kirin 2020-09-04 14:45:45 RIHA – Siyasetmedarên jinên kurd Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak, 7’emîn danişîna doza darizandina wan hat dîtin. Tuncel, diyar kir ku pirsgirêka gelê kurd li dadgehan nayê çareser kirin. Kişanak jî, da zanîn ku berpirsiyariyên wan ên dîrokî hene.    18’emîn Daîreya Dadgeha Edliya Herêmê ya Dîlokê hikmê derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin Amedê (DBB) ya berê Gultan Kişanak de hatibû dayîn, betal kiribû. 7’emîn danişîna ji nû ve dariznadina her du siyasetmedarên jinên kurd îro li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin.    Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û malbat beşdarî danişînê bûn. Dadgehê ji ber vîrûsa koronayê destûr neda ku HDP’î û gelek kes danişînê bi şopîn in.   Kişanak û Tuncel, ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Siyasetmedarên jin, ji ber kêmasiyên di dosyayê de, şert û mercên parastinê bikin nexwestina parastinê bikin. 2 jinan jî derbarê girtina xwe de tenê axaftinek kurt kirin.    KIŞANAK: EZÊ PARASTINÊ NE KIM    Gultan Kişanak, diyar kir ku ji meha Adarê ve destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û wiha axivî: “Ev 4 salin girtîme û di nava van 4 salan de min rewşek awarte ne jiya. Di ser vê de pêvajoya pandemiyê hat. Niha dema ez diaxivim jî ez dibin rîskê de me. Gelo ez çawan dibin van şert û mercan de parastinê bikim. Ji ber xebatên siyasî yên min bi rêve birin ez niha di girtîgehê de m. Gelo çima ez li vê derê me? Wisan xuya dike ku hûn dibin zextan dene. Ez ji dozekê siyasî têm darizandin. Berpirsiyartiyên min ên dîrokî hene. Ez dixwazim li gorî cîdiyeta vê di nava şert û mercên baş de parastinê bikim. Lê ev şert û merc ji bo me nayin ava kirin. Ev 3 mehin tenê min karî ez 2 pirtûkan ji derve bigirim. Ez nikarim parêzerên xwe bibinim. Gelo ezê çawan wisan parastinê bikim?”    TUNCEL: PIRSGIRÊKA KURD LI DADGEHÊ NAYÊ ÇARESER KIRIN   Dûre Sebahat Tuncel, axivî û wiha got: “Ji ber ne çareserkirina pirsgirêka kurd em di girtîgehan de ne. Pirsgirêka kurd di salonên dadgehan de ne pêkane ku bê çareserkirin. Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, pêvajoya şer wê li vî welatî dewam bike. Girtiyan KJA’yê, zextên li ser TJA û Komeleya Jinan a Rosa, darizandinên hevserokên HDP û mûxalefetê nayin qebûl kirin. Em mirovên xwedî peywirin. Em dixwazin li pêşberî raya giştî parastinên xwe bikin. Derbarê dosyayên me de zêde agahiyeke me tuneye. Em nikarin mafê xwe parastinê bi kar bînin. Parêzerên me nikarin bên gel me. Ev nayin qebûl kirin.”-   ‘LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’   Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî pêvajoya girtinê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi bîr xist û got: “Dema dirêjkirina girtinê ne hiqûqiye û li dijî mafê mirovane. Muwekîlên me 4 salin bi awayekê bêhiqûq girtîne. Muwekîlên min li Girtîgeha Kandirayê girtine, lê darizandina wan li Meletiyê ye. Muwekîla min ev demek dirêje girtiye. Ev jî li dijî hiqûqê ye.”     Şandeya dadgehê piştî navberê, biryar da ku girtina Kişanak û Tuncel dewam bike û danişîn taloqî 18’ê Mijdarê kir. -