Parêzer Aytaç Unsal dawî li çalakiya xwe anî 2020-09-04 14:56:57   STENBOL – Parêzer Aytaç Unsal ê 215 roj in ji bo darizandina adilane di rojiya mirinê de ye dawî li çalakiya xwe anî.    Parêzer Aytaç Unsal bi daxwaza “darizandina adilane” 215 roj in di rojiya mirinê de ye. Dadgeha Bilind duh ji bo Unsal biryara berdanê dabû. Unsal îro daxuyand ku ew dawî li çalakiya xwe tîne.    Parêzer Ebrû Tîmtîk jî li gel Unsal bi daxwaza “darizandina adilane” di rojiya mirinê de bû û di roja 238’emîn a çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabû.