53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-09-04 20:10:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 612 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 53 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 53 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 642 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 276 hezar û 555 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 6 hezar û 654.