Ji ber laçika kesk, sor û zer 24 saet di binçavan de ma 2020-09-05 10:53:14 WAN – Li Wanê jina bi navê F.O. di têketina edliyê de bi boneya di çenteyê wê de laçika kesk, sor û zer hebû hat binçavkirin. Piştî îfadeyên F.O. bi sûcdariya “propaganda rêxistinê” hat girtin serbest hat berdan.    Li Wanê duh na pêr F.O. ya 49 salî ji bo doza dev ji hevberdanê ya keça xwe çû Edliya Wanê û piştî ku di cîhaza X-Ray de derbas bû polîsan çenteyê wê lêgerîn kir. Polîsên di nokteya lêgerîna têketina edliyê de laçikek kesk, sor û zer di çenteyê wê de dîtin û rewş ji dozgerê Lêpirsîna Sûcên Terorê re ragihandin. Dozgeriyê laçikê kir hêcet û bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” derbarê wê de biryara binçavkirinê derxist. Piştî biryarê F.O. birin Şaxa Têkoşîna Bi Terorê ya Miduriyeta Polîsan. F.O. piştî rojekê ku îfadeyên wê hatin girtin serbest hat berdan.    ‘EV RENG NE SÛC IN’    F.O. di îfadeyên li emniyetê dide de diyar dike ku rengên kesk, sor û zer ne sûc e û ew qebûl nake ku dozgerî û emniyet wek sûc dibîne. F.O. got ji ber ew ji wan rengan hez dike vê 10 sal berê ji Bazara Rûs a li Wanê kiriye.    ‘BAŞ E RENGÊN LAMBEYÊN TRAFÎKÊ JÎ HEMAN RENG IN’   Parêzerê F.O., Mehmet Karataş jî destnîşan kir ku lêgerîna li çenteyek di cîhaza X-Ray de derbas bûbe li dijî hiqûqê ye û got: “Çimkî derbarê miwekîla min de biryarek lêgerîna edlî nîne. Delîlê ku bi dest xistine delîlek li dijî hiqûqê ye. Laçikên bi vî rengî yên kesk, sor û zer rastiyek dîrokî ya gelê kurd e û nirxa wê giranbûya ye. Ev reng li gelek welatan alê dewletan e. Ev renk li Tirkiyê û li dinyayê jî wek rengê lambeyên trafîkê tên bikaranîn. Heke tenê ji ber reng vê laçikê bi PKK’ê ve girê bidin, ev ne li gorî hiqûq û yasayan e.”