Sakçi û Tosûn jî li Sakaryayê hatin qetilkirin 2020-09-05 13:07:15 STENBOL  - Êrîşa nijadperest a li dijî karkerên kurd duh li Sakaryayê pêk hat, cînayetên Kadir Sakçî yê 43 salî û Şirîn Tosûn ê 19 salî yên li Sakaryayê di demên cuda de pek hatin anîn aqlê mirovan.   Malbatên kurd ên ji navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji bo ku komkirina findeqan çûbûn navçeya Koacalî ya Sakaryayê, duh rastî êrîşa nijadperest a kardêr û gundiyan hatibûn. Piştî bûyer di raya giştî de belav bû, malbat paşve vegeriyan malên xwe. Yek ji karkerên ji ber êrîşa nijadperestiyê neçar ma ku paşve vegere bajarê xwe Bariş Demîr, derbarê bûyerê de wiha got: “Em serê sibe çûn baxçeyê. Kardêr hat baxçe û ji me re got, ‘keriyên kucikan.’ Ji ber van gotinên wî em ji baxçeyê derketin. Dûre ji me re got, ‘Ma ev der bajarê we ye, ev der ê me ye.’ Piştî van gotina em rastî êrîşa 8 kesan hatin.”    Ji xwe dîmenên derbarê bûyerê de, hişt ku hêrs û bertekek mezin derbikev holê. Welîtiya Sakaryayê li ser bertekên mezin bûn, neçar ma ku daxuyaniyê bide. Walîtiyê bi daxuyaniya da xwest ku bûyerê berevajî bike û got, ev bûyer di 22’yê Tebaxê de rû daye. Lê welatiyên rastî êrîşê hatin, bi israr gotin bûyer duh pêk hatiye û walî derewandin.    SAKÇI Û TOSÛN JÎ L HEMAN BAJARÎ HATIN QETILKIRIN    Li Sakaryayê, ev ne bûyera yekemîne ku li dijî karkerên kurd pêk tê. Li heman bajarî Kadîr Sakçi yê 43 salî û Şirîn Tosûn ê 19 salî, di dîrokên cuda de ji ber ku bi kurdî axivîbûn rastî êrîşên nijantperest hatibûn û hatibûn qetilkirin.