Birayê winda: Emê heta nefesa dawî ji dewletê hesab bixwazin 2020-09-05 13:52:40   STENBOL – Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de jî li aqûbeta Kenan Bîlgîn ê di sala 1994’an de li Enqereyê di binçavan de hat windakirin pirsîn. Birayê Bîlgîn, Îrfan Bîlgîn got: “Em ê heta nefesa xwe ya dawiyê ji dewletê hesab bixwazin.”    Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” di hefteya 806’emîn de çalakiya xwe ji ber koronayê li ser hesabên medya civakî domand. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Kenan Bîlgîn (35) ê di 12’ê Îlona 1994’an de li Dîkmena Enqereyê ji aliyê polîsên ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat wergirtin pirsîn.    HETA NEFESA DAWÎ…   Di daxuyaniya hat dayîn de ewilî birayê Kenan Bîlgîn, Îrfan Bîlgîn axivî. Bîlgîn da zanîn k udi salên 1990’î de bi awayek sîstematîk îşkence û windakirin dihat kirin û birayê wî di encama tundiya sîstematîk de hat windakirin. Bîlgîn qala windabûna kekê xwe kir û serlêdanên wan ên ji bo dîtina kekê wî hemû bêencam mane.    Bîlgîn anî ziman ku di dosyeya birayê wî de li gel ku her tişt eşkere û zelal e jî ser dosyeyê hatiye girtin û got: “Di dosyeyê de her cûre agahî û belge hene. DMME’yê jî div î warî de Tirkiyê mehkûm kir. Em jî dibêjin heta nefesa xwe ya dawî em ê ji dewletê hesab bixwazin. Wê dosye li ser daxwaza wan neyê girtin. Ji bo dosye were girtin divê kujeran derxin holê.”    ‘VEGOTIN PEYWÎREK MIROVÎ YE’    Piştî Bîlgîn, Cavît Nacî Tarhan ê bi Kenan Bîlgîn re hatibû binçavkirin axivî û tevî hemû şahidiya wî jî lê Tirkiyê li şahidên nepen guhdar kiriye û got: “Ji bo vegotina tiştên min dît û bûme şahid peywîrek mirovî ye. Ez şahidim û bila her kes guh bide min.”   Parêzer Kamîl Tekînsurek jî derbarê dosyeyê de agahî dan û got têkoşîna wan a hiqûqî didome.    ‘WEZÎFEYA XWE BICIH BÎNIN’   Daxuyaniya hefteyê ji Mirovên Şemiyê Rêzan Karaman xwend û derbarê windakirina Bîlgîn de agahî da. Karaman got li gorî vegotina şahidan Kenan Bîlgîn hatiye îşkencekirin û windakirin. Karaman da zanîn ku tevî hemû hewldana têkoşîna hiqûqî ya malbatê jî û li gel her tişt di dosyeyê de eşkere ye jî dadgehê ser dosyeyê girtiye. Karaman got her çiqas DMME’yê Tirkiyê mehkûm kiribe jî lê dîsa jî ne aqûbeta Bîlgîn hat eşkerekirin û ne jî kujer hatin darizandin. Karaman bi boneya salvegera 26’emîn a windakirina Bîlgîn bang li rayedaran kir û got: “Ji bo lêpirsîna û dîtina kujeran pêwîste rayedar bikevin tevgerê û wezîfeya xwe bicih bînin.”