Keskîn êrişa li Sakaryayê nirxand: Nijadperestî nexweşî nîne, awayê pergalê ye 2020-09-05 14:11:15   STENBOL – Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bi malbata li Sakaryayê bi êrişa nijadperest re rûbirû ma hevdîtin kir û got: “Nijadperestî ne nexweşiyek e, awayek pergalê ye. Wek her demê dixwazin ser bûyerê bigirin. Ya xeternak jî ev e.”    Karkerên Kurd ên ji navçeya Şemrexa Mêrdînê ji bo berhevkirina findiqan çûbûn Sakaryayê bi êrişa xwediyê kar û gundiyan re rûbirû mabûn. Piştî êrişê karker vegeriyan Mêrdînê. Walîtiya Sakaryayê wek carê din daxuyaniyek ku bûyerê manîpule bike belav kir.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn bi rêya telefonê bi malbatê re hevdîtin pêk anî û êrişa nijadperest nirxand.    ‘BI DESTÊ DEWLETÊ PÊK TÊ’    Eren Keskîn diyar kir ku nijadperestî ne nexweşiyek e bi serê xwe awayê pergalekê ye û got: “Mixabin ev pergal li erdnîgariya me pergalek bi rêxistinkirî ye. Ev pergal nahêle ku em rabûriya xwe jî bidin nîqaşkirin. Ev yek ji ber pergala dewletê ya totalîter rû dide. Ev pergal bi destê dewletê her roj belav dibe.”    MALBATÊ ÊRIŞ PIŞTRAST KIR    Keskîn bal kişand ser hevdîtina li gel malbatê û got: “Ev ne êrişa ewilî ye. Bi taybetî karkerên diçin findiqan her tim bi êrişên vî rengî re rûbirû dimînin. Malbat dibêje ku ev ne bûyera ewil e. Malbat dibêj e ‘ewqas bûyerên bi vî awayî qewimîn…’ Lê  îro van bûyerên wiha bi rêya medya civakî dibîhîze. Mlbat dibeje ‘gelek tirk tên li welatê me dixebitin, em tiştek wiha li hember wan nakin lê çima em bi tiştên wiha re hevrû dimînin.’ Li vir tişta herî girîng ew e ku dewlet ango organên dewletê wek her tim dixwazin ser vê bûyerê û bûyerên bi vî rengî bigirin. Ev yek jî gelek xeternak e. Ji walî heta AKP’iyan dixwazin bikevin navberê û ser bûyerê bigirin û veşêrin. Lê halbûkî ev bûyer rast e.”    BANG LI DEWLETÊ KIR    Keskîn da zanîn ku wê komeleya wan vê meseleyê bişopîne û vê bangê kir: “Ez bang li dewletê dikim; ev rêveçûyîn xerab e. Êdî li şûna ku hûn sûcên bi vî terzî veşêrin, bi ser biçin û nehêlin ku biqewimin.”