Girtiyê nexweş 20 salin li bendêye bê emeliyatkirin 2020-09-05 15:00:44 ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen bal kişan ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Yamaç ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyan a Qeyseriyê girtiye û got: “Yamaç ev 20 salin li bendêye ku bê emeliyatkirin.   Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, çalakiya xwe ya bi armanca balê bikişîne ser rewşa tenduristiya girtiyên xweş, di heftiya 313’emîn dewam kir. Civîna çapemeniyê li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê hat lidarxistin. Di çalakiya vê heftê de, rewşa tenduristiya Mehmet Yamaç ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 Bunyan a Qeyseriyê girtiye hat rojevê.   Endama Lijneya Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, di civînê de axivî û wiha got: “Girtî û karmendên li Girtîgeha Servekirî ya Narman a Erziromê bi vîrûsa koronayê ketine. Lê Wezareta Dadê derbarê mijarê de tu agahiyên zelal parve nake.”   Çevîrmen, dûre bal kişand ser rewş tenduristiya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç û wiha bilêv kir: “Qefesa singa Yamaç dişikê û ji ber ku nayê emeliyat kirin wisan dimîne û bi demê re bi awayekê şaş    ‘EMELIYAT NEKIRIN’    Çevîrmen, diyar kir ku berî salekê ji bo emeliyatê Yamaç ji Qeyseriyê dibin Enqerê û wiha got: “Li vê derê Yamça dixin Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Sîncanê. Ligel ku Yamaç dibêje ji ber qefesa singê xwe pirsgirêkên cidî dijî. Lê cardin bêyî ku wî emeliyat bikin, paşve dişînin Qeyseriyê. Mehmet Yamaç girtiyekê nexweşê girane. Li ser bedena wî şopên şewatê hene. Ji ber gazan kezeba wî texrîb bûye û ji ber qefesa singê xwe pirsgirêkên cidî dijî. Her ku diçe rewşa wî giran dibe. Hemû girtiyên nexweş ên mîna Yamaç di şert û mercên giran ên girtîgehan de tên girtin.”      Çevîrmen, xwest Yamaç bê berdan û wiha got: “Mehmet Yamaç ê nexweşiyên wî yên giran û kronîk hene, divê tavilê bê dermankirin. Şert û mercên girtîgehê ji bo wî ne guncawin. Divê  ligel malbata xwe bê dermankirin. Ji bo vê em bang dikin ku bi lezgînî Yamaç bê berdan û li derve bê dermankirin.”