Xwestin girtiyê nexweş Kasim Karataş were berdan 2020-09-05 15:23:10 STENBOL – Li Stenbolê aktîvîstên mafê mirovan di çalakiya “Rûniştina F” de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Kasim Karataş û xwestin were berdan.  Endamên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 441’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Ji ber vîrûsa koronayê çalakiyê li ser hesabên meyda civakî pêk hat.    Aktîvîstên mafê mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê dil, şekir û tansiyon Kasim Karataş ê ku rewşa wî giran e.    ‘HIQÛQ TÊ BINPÊKIRIN’    Endama Komîsyona Girtîgehan Hatîce Korkmaz daxuyanî da û diyar kir ku rayedarên dewletê hurmetê nîşanî mafê jiyana însanan nadin û di vê mijarê de hiqûqa netewî û navnetewî bêpîvan tê binpêkirin û rûmeta însanan tune tê hesibandin.    ‘ÎZOLASYON KÛR BÛYE’    Korkmaz da zanîn ku bi vîrûsa koronayê re mafên civakî hatine rakirin û tecrît û îzolasyon hatiye kûrkirin. Korkmaz got li gelek girtîgehan her cûre neheqî û sepan û binpêkirina mafan hatiye rûtîn û girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin.    MIDÛR GOTIYE ‘AVÊ JÎ NEDIN WAN’    Korkmaz derbarê rewşa girtiyê nexweş Kasim Karataş ê 57 salî ku 29 sal in girtî ye de agahî da û ew li gelek girtîgehan maye. Korkmaz got du caran xwîn çûye ser mîdeya Karataş û du caran jî anjiyo dibe. Korkmaz anî ziman ku Karataş û çend hevalên xwe di tîrmehê de ji Girtîgeha Rihayê sirgûnî Girtîgeha  Tekîrdahê hatine kirin û du roj di rêde xwarin û av nedane wan. Korkmaz got tenê şûşeyek av dane wan û wezîfedarê şûşeyek av daye wan jî gotiye ku midurê girtîgeha Rihayê gotiye avê jî nedin wan.    JIYANA WÎ DI XETEREYÊ DE YE    Korkmaz da zanîn ku Karataş dema birine Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F a Tekîrdagê jî bi lêgerîna tazî re rûbirû maye û li wir jî tade li wan hatiye kirin. Korkmaz diyar kir ku ji ber nexweşînê jiyana Karataş di xetereyê de ye û daxwazên wî jî nayên qebûlkirin. Korkmaz destnîşan kir ku ew ji bo girtiyên nexweş di daxwazên xwe de bi israr in û xwest astengiya li pêşiya mafê dermankirinê were kirin û girtî Kasim Karataş û girtiyên nexweş hemû demildest werin berdan.