Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek ji nexweşxanê hat derxistin 2020-09-05 15:47:01 AMED - Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek a di girtîgehê de krîza dil derbas kir, rakirin nexweşxanê û dûre derbarê wê de biryara berdanê hat dayîn, piştî 2 rojan ji nexweşxanê hat derxistin.   Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek a 72 salî ya di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi rêve bir de, di 29’ê Hezîranê de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, di 4’ê Îlonê de li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê krîza dil derbas kir. Ozbek a krîza dil derbas kir, rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl Amedê û 2 rojan di lênêrîna awarte ma. Ozbek a piştî krîza dil derbas kir, derbarê wê de biyara serbest berdanê hat dayîn.    Dayika Aştiyê Ozbek îro ji nexweşxanê hat derxistin û wê li malê dermankirina wê dewam bike.