Platforma Jinan a Şahmeranê: Em ê li dijî her cureyên tundiyê bitêkoşin 2020-09-05 19:42:29     MÊRDÎN- Paltforma Jinan a Şahmeranê û Meclîsa HDP'ê ya Jinan, êrîşa nijadperest a li dijî karkerên kurd şermezar kir.   Li navçeya Qoser a Mêrdînê Paltforma Jinan a Şahmeranê û Meclîsa HDP'ê ya Jinan, têkildarî êrîşa nijadperest a li dijî karkerên kurd ku li Sakaryayê pêk hatibû li avahiya HDP'ê ya Qoserê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla rêvebira HDP'ê ya Mêrdînê Mûnevver Ûlker ve hat xwendin.   'EV ÊRÎŞ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ PÊK HATIYE'   Ûlker, anî ziman ku sucê herî mezin nijadperestî ye û wiha axivî:" Em êrîşa nîjadperestî ya li dijî karkerên demsalî yên çûbûn Sakaryayê şermezar dikin. Ev êrîş ne tenê êrişa li dijî karkerên Mêrdînê ye, di heman demê de li dijî hemû kedkar û karkeran e. Polîtîkayên nîjadperest, mîlîtarîst ên dijî kurd nijadperestî û faşîzm li civakê geş kiriye û di rojên dawî de êrîşên giran li dijî kurdan pêk tên. Berpirsiyarê vê êrîşê hikûmeta AKP û MHP bixwe ye. Ev êrîş li dijî mirovahiyê pêk hatiye."   Ûlker, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em êrîşa ku li Sakaryayê li dijî karkerên demsalî yên kurd pêk hatiye şermezar dikin. Em jin, em ê li her qadê têkoşîna xwe ya li djîî her cureyên tundiyê bidomînin."