ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-06 09:00:13   * Gola Sixkê ya girêdayê navçeya Rêya Armûşê ku malovaniyê ji gelek zindiyan re dike, bi gefa ziwabûnê re rû bi rû ye. Gola ku di nava çopa derdorê û avahiyên hatine lê kirin de winda bûye, av kêşandinê re girên di nava avê de derketine holê.    * Welatiyên li nav zeviyên li Westanê fasûlyeyan bervev dikin diyar kirin ku krîza cotkar pêre rûbirû mane ji bo wan ji krîza li welat girantir e.    * Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz hevdîtina MSD’ê ya li Moskovayê nirxand û got: “Rismê li Moskovayê hem peyamê dide Tirkiyê û hem jî peyamê dide Amerîkayê.”   * Seroka Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê ya SES'ê Gulserene Onanaç, diyar kir ku ew ê bi projeya "Jin SES"ê li ser medyaya civakiyî der barê wekhevya zayendî de jampanyayan li dar bixin û li dijî "şideta dîjîtal" bang li jina kir.    * Di sala 2016'an de li Bismilê Çawîşekî psipor hatibû kuştin. Omer Şîmşek jî ji ber vê kuştinê hatibû binçavkirin û di dema binçavkirinê de hatibû îşkencekirin. Piştî vê Şîmşek serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû. Çendî ku wêneyên îşkenceyê hebûn jî, dadgehê got "delîl tunene" û serlêdan red kir.    * Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn ji bo "Deklerasyona Aştiyê" ya HDP'ê anî ziman ku ji bo Tirkiyeyê pir girîng e û got: "Gel, ji me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê dixwaze. Ên doza şer dikin umrê wan kin e. Ên ji bo aştiyê têdikoşin wê bi ser bikevin."    * Dengbêj Faîkê Kifîfê anî ziman ku dixwaze heya nefesa xwe ya dawî bsitrê û got: "Ne tenê dema dimirin, divê dema sax bin jî qîmeta dengbêja bê zanîn."   * Nûnerên rêxistinên kedê ji bo êrîşa nîjadperest a li Sakaryayê ku li dijî karkerên kurd pêk hatibû, anîn ziman ku ev êrîş rengevdana atmosfera siyasî ye û ji bo piştgiriya karkeran bang kirin.    * Metîn Arslan (44) ku testa wî pozîtîf derketiye, telefonî ambulansê dike lê belê jê re dibêjin "bi xwe biçe nexweşxaneyê." Li ser vê Asrlan jî li dolmîşê siwar dibe diçe nexweşxaneyê.   * Li Încîrlîova, tekana jina karsaza qehwexanê Duygu Bektaş, diyar kir ku wê tu carî guh neda çavên şaşwazbûyî yên zilaman û got: “Bi dest pê kirina vî karî min karî nêrîna kesên derdora xwe bi guherînim.”     * Bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bernameya aşûrê wê li Dergeha Garîp Dede ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê bê lidarxistin. (12.00)