Dengbêj Faîkê Kifîfê: Dixwazim heya nefesa dawî bistrêm 2020-09-06 09:03:15 ÊLIH – Dengbêj Faîkê Kifîfê anî ziman ku dixwaze heya nefesa xwe ya dawî bsitrê û got: "Ne tenê dema dimirin, divê dema sax bin jî qîmeta dengbêja bê zanîn."   Dengbêj Faîkê Kifîfî ku li bajaroka Bekirhan a navçeya Hezo ya Êlihê dijî, anî ziman ku tenê xwestekek wî heye, ew jî heya nefesa dawî bistrê. Kifîfî yê 59 salî ku li Mala Dengbêja ya Şaredariya Êlihê jî distriya, piştî di sala 2016'an de qeyûm tayinî şaredariyê hatiye kirin nexwestiye li Mala Dengbêja bimîne. Lê belê piştî di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de cardin Mala Dengbêja hatiye vekirin, dîsa çûye Mala dengbêjan. Lê piştî cardin qeyûm hatiye tayinkirin Kifîfî tevî hevalên xwe yên din ên dengbêj nexwestine bi qeyûm re bişixulin û dev ji mala dengbêjan berdane.    Faîkê Kifîfî ku niha kilamên xwe li mala xwe ya li mezrika Kifîfê ya gundê Holiyê distrê, gava 14-15 salî bûye li dikana kasetan a apê xwe meraqa dengbêjiyê lê peyda dibe.    Kifîfî, bilêv kir ku kilama cara ewilî gotiye kilama "Huso Ne Reve" bûye û got, ji wê çaxê heya niha distrê. Kifîfî, anî ziman ku tenê xwestekek wî heye ew jî heya nefesa dawî bistrê. Kifîfî got, ji bo wî dengbêjî bengîniyeke pir mezin e.    Kifîfî kilama dengbêj Mihemedê Xato ku avêtibû ser êrîşa eskerên di dema serhildana Şêx Seîd de avêtibûn ser gundên Bekira berfireh kiriye û got, di dengbêjiyê de ne muhîm e ku kilam a kê ye.   Kifîfî got: "Heger te kilamek nivîsandibe û pêşî te gotibe, dîsa jî divê tu nebêjî a min e. Heger tu bibêjî ya min e, wê tu qîmeta wê nemîne. Her kes vê kilamê distrê. Di dengbêjiyê de ya esas vegotina çîrokê ye û nifş bi nifş veguhastina wê ye."    Kifîfî ji bo dengbêjiyî jî destnîşan kir ku tu çi bikî jî qîmeta dengbêjiyê ne tê pîvandin ne jî tê vegotin û got, a girîng zîndekirina vê kevneşopiyê ye. Kifîfî, anî ziman ku dixwaze heya sax bebistrê û got, li Êlihê gelek dengbêj hene û hemû jî suxreya heman armancê dikin, lê belê ji be rnesazîbûyînê dengbêjî pir pêş nakeve.    Kifîfî ji bo zîndekirina dengbêjiyê bang kir: "Ne tenê dema dimirin, divê dema sax bin jî qîmeta dengbêja bê zanîn. Ev çand a me hemûyaye. Em bi hev re xwedî lê derkevin."    MA / Metîn Yoksû