Nexweşê Covîd-19'ê mecbûr ma bi dolmîşê biçe nexweşxaneyê 2020-09-06 09:04:04   MÊRSÎN – Metîn Arslan (44) ku testa wî pozîtîf derketiye, telefonî ambulansê dike lê belê jê re dibêjin "bi xwe biçe nexweşxaneyê." Li ser vê Asrlan jî li dolmîşê siwar dibe diçe nexweşxaneyê.    Li Mêrsînê Metîn Arslanê 44 salî ku testa wî ya şewba Covîd-19'ê pozîtîf derketiye, ji bi biçe nexweşxaneyê telefonî ambulansê dike. Lê belê jê re dibêjin "bi xwe biçe nexweşxaneyê." Li ser vê Arslan jî li dolmîşê siwar dibe û diçe nexweşxaneyê.    Arslan, li fabrîkeyeke bizmaran bi meaşê kêmtirîn dişixule. Gava li afbrîkeyê dişixule êş davêje serê wî û bêhal dikeve. Li ser vê diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê. Bijîşk dermanan jê re dinivîse û wî dişîne malê. Lê piştî êşa wî zêde dibe di 18'ê Tebaxê de cardin diçe nexweşxaneyê û vê carê ji bo Covîd-19'ê testa wî tê kirin. Di 20'ê tebaxê de jî rayedarên Wezareta Tenduristiyê telefonî wî dikin û jê re dibêjin testa wî pozîtîf derketiye.    Arslanê ku 5 rojan li mala xwe dimîne, lê gava rayedarên Wezareta Tenduristiyê telefonî wî dikin, jê re dibêjin nêzî zarokên xwe û mirovên din nebe.    TESTÊN WÎ WINDA BÛN    Piştî di hevjîna wî û zarokên wî de jî semptomên şewbê xwe didin der, hevjîna wî û zarokên wî di 24-28'ê tebaxê de diçin nexweşxaneyê, lê belê derikeve holê ku test winda bûne. Her wiha testa Arslan a di 25'ê mehê de jî winda bûye.   Paşê wexta rewşa Arslan giran dibe, teleofnî ambulansê dike lê belê jê re dibêjin bi xwe bê nexweşxaneyê. Li ser vê Arslan jî li dolmîşê siwar dibe û diçe nexweşxaneyê.    ‘BI ŞEV JI TIRSA DIGIRIYAM'    Hevjîna wî Beşîre Arslan (38) anî ziman ku ji ber ku berê li taxa wan kes pê neketibû, bawer nadikirin ku ew ê jî pê bikevin. Arslan got: "Ji bo hevjînê xwe û zarokên xwe pir tirsiyam. Min nizanibû ez ê çi bikim. Gava laşê wna zêde disincirî min nizanibû ez ê çi bikim. Gava me telefonî ambulansê dikir digotin, 'bi xwe biçin nexweşxaneyê.' Qet wisa netirsiyabûm. Ditirsiyam min digot îja tiştek bê serê hevjînê min û zarokên min. Bi şev ji tirsa digiriyam."    Arslan got: "Ambulansek jî neşandin. Wezareta Tenduristiyê qet eleqedar nebû. Piştî hevjînê min testa xwe kir, me jî kir. Tam 8 rojan tiştek negotin. Em bi wî halê xwe çûn nexweşxaneyê, lê belê em pê hesiyan ku encama testên wê winda bûne. Gotin divê hûn acrdin testa xwe bikin."    Arslan, bang li her kesî kir ku li xwe miqate bin.