'Tirkiyê 350 zarok ji Sûriyê şandin şerê Lîbyayê' 2020-09-06 09:18:57 NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR, ragihand ku Tirkiyeyê nêzî 350 zarok ji bo li Lîbyayê şer bikin ji Sûriyê şandine Lîbyayê.  Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), bal kişand ser helwesta Tirkiye ya li dijî zarokan û destnîşan kir ku Tirkiye nêzî 350 zarok şandine şerê Lîblayê. SHOR'ê di daxuyaniyê de wiha got: "34 zarok ji wan di şerê Lîbyayê de hatine kuştin, cenazeyê wan  tevî 500 cenazeyên din di Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûne." Rêveberê navendê Ramî Ebdulrehman got: "Destê rejîma serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di veguehestina nêzî 19 hezar çeteyên Sûriyê, her wiha nêzî 10 hezar radîkalên ji welatên cuda ji bo Lîbyayê de heye."