Gotinên karkeran êrîş li wan hatibû kirin derketin holê 2020-09-06 11:14:18 MÊRDÎN – Karkerên kurd ku li Sakaryayê êrîş li wan hatibû kirin, gotin ku êrîşkar Kenan Cebecîoglû ev gef li wan xwariye: “Ya hûn ê ji vir derkevin herin an jî ez ê malê bi we re bişewitînim. Ez ê cenazeyê we jî li bin vê ocaxê veşêrim.”   Di 4’ê îlonê de li gundê Sirt ê navçeya Ortakoy a Sakaryayê, xwediyên findiqan êrîşî karkerên xwe yên kurd ên ku ji navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji bo berhevkirina findiqan çibûn gundê wan, kiribûn. Li ser êrîşê karker vegeriyabûn gundê xwe yê Kelekê yê navçeya Şemrexê û giliya xwediyên findiqan ên êrîşkar kiribûn. Piştî ku êrîşa li hemberî karkeran di ajansa me Mezopotamyayê (MA) de hat weşandin, bertekeke mezin ji bo êrîşê çêbû. Ji ber van bertekên zêde Walîtiya Sakaryayê li karkeran geriya û angaşt kir ku êrîşkar hatine binçavkirin, lê heta niha vê derbarê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.     Karkeran, piştî vegera gundê xwe rapora derpkirinê girtin û bi alîkariya parêzerên Baroya Mêrdînê, Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê û Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê çûn Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ya Şemrexê û gotin dan. Di çarçoveya dayîna gotinên ku heta derengiya şevê berdewam kirin de 16 karkeran, giliya êrîşkaran kir.    ÊRÎŞKAR: CENDIRME LI PIŞTA MIN E   Weke ajans me xwe gihand gotinên karkeran ên li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ya Şemrexê. Karker Amed Demîr, di gotinên xwe de diyar kiriye ku dema ku findiqan berhev kirine êrîşkar Huseyîn Cebecîoglû hatiye cem wan û ji wan re gotiye “Keriyê kûçikan” û wan jî jê re gotiye ku mafê wî tuneye heqaretê li wan bike û wiha got: “Li ser berdewamkirina heqaretan me erd terk kir. Li ser vê jî Hasan, Kadir û Kenan Cebecîoglû hatin cem me û heqaretên xwe berdewam kirin. Li ser vê Bawer Demîr ji wan re got ku heke hûn wiha berdewam bikin em ê agahî bidin cendirmeyan. Piştî vê gotinê, Huseyîn Cebecîoglû got, ‘Ew kî ye bi cendirmeyan gef li min dixwe. Ez ê we bişewitînim. Ev der welatê min e, naşibe Mêrdînê. Hûn vir jî Mêrdîn dihesibînin. Cendirme li pişta min e’. Pişt re bi dar û biviran êrîşî me kirin.”   ‘BI ŞEWITANDIN Û KUŞTINE GEF XWARIN’    Demîr, di berdewam gotinên de dibêje ku Kenan Cebecîoglû jî gefa kuştin û şewitandinê li wan xwariye û ev tişt aniye ziman: “Dema ku me xwest ji herêmê veqetin ji êrîşkaran Kenan Cebecîoglû ji me re got, ‘Saetê didim we. Ya hûn ê ji vir derkevin herin an jî ez ê malê bi we re bişewitînim. Ez ê cenazeyê we jî li bin vê ocaxê veşêrim û bêyî ku kes pê bihese wê bûyer bê girtin û here’.”   ‘BI ZIMANÊ MIN BIAXIVIN’    Karker Nadîle Demîr û Nerîman Demîr jî di gotinên xwe de dema ku êrîşê vegotine, diyar kirine ku êrîşkaran gefa şewitandina wan a bi malê re xwariye. Destnîşan kirin ku êrîşkar hewl dane bi biviran di paceyê de bikevin malê û gefa kuştinê li wan xwarine û ev tişt gotine: “Me dest bi berhevkirina amûrên xwe kir. Di vê navberê de bi pismamê xwe re bi kurdî axivîm. Li ser vê êrîşkar Huseyîn Cebecîoglû bi ser me de qêriya û got, ‘Bi zimanê min bi axivin’. Piştre em ji malê derketin û vegeriyan Şemrexa Mêrdînê.”    ‘ME KIR BETANIYÊ Û JI MAL DERXIST’    Karker Hadra Demîr jî di gotinên xwe de diyar kiriye ku Bawer Demîr di êrîşê de birîndar bûye û ev tişt ragihandine: “Hasan Cebecîoglû ji bo kuştina birayê min Bawer hewl da di paceyê de bikeve hundir. Me jî ji bo astengkirinê paceyê girt. Piştre li derve qêriyan û ev gef xwarin, ‘Ma tu yê dernekevî derve? Ku em te nekujin em zilam bin’. Piştî ku demek li ber derî man çûn malên xwe, me jî Bawer di nav betaniyê de derxist derve.”