Bertek nîşanî wêneyê Serokê DMME’yê Spano yê bi AKP’iyan re dan 2020-09-06 11:48:11   MÊRDÎN – Wêneyê Serokê DMME’yê Robert Spano yê li Mêrdînê bi AKP’iyan re kişand li ser medya civakî bû sedema bertekan.    Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Robert Spano di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de, duh serdana Mêrdînê kir û li Zanîngeha Artûklûyê tevlî sohbetên mafên mirovan bû. Spano serdana Baroya Mêrdînê û Walîtiya Mêrdînê jî kir. Di tevahiya bernameya Spano de AKP’î jî pê re bûn.    Di bernameya Spano ya bajar de tenê Ajansa Anadoluyê (AA) tevlî lîsteya akredîtasyonê hat kirin. Serokatiya Milên Jinan a AKP’ê, derbarê bernameyê de li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekirinek kir û cih da wêneyen wan ên bi Spano re yên piştî bernameyê. Di parvekirinê de ev tişt hatin nivîsandin: “Bi parlamenterê me yê serdema 23’yemîn Birêz Cuneyt Yuksel, xwişka wî Birêz Saadet Yuksel a di Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de dadger e, Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê Robet Spano, Birêz Waliyê me Mahmût Demîrtaş û seroka me ya bajar Esengul Aydin Sancar re piştî bernameyê.”    Gelek hesaban parvekirinê hilgirtin û bi pêkenokî bertek nîşanî Serokê DMME’yê Spano dan.     Parêzer Kerem Altinparmak, di parvekirina ku kir de ev tişt got: “Spano serdana xwe temam kiriye. Ji vir şûn ve êdî em heneka berhevkirina çayê ya serokên Dadgeha Bilind û Daniştayê nekin, lewre piştî vî wêneyî ew weke çalekiyeke pir bêguneh û saf dimîne.”   Hesabekî din jî bi van gotinan henekê xwe bi parvekirinê kir: “Civîna bilind a Serokê DMME’yê ya bi keyayan re kîngê ye? Serokê DMME’yê ku bi kes-komeke muxalîf re hevdîtin nekir, rêxistinên AKP’ê yên Mêrdînê re bername çêkiriye.  Weke ku dewra ‘dadgeha’ neteweyî û navneteweyî bi dawî bû.”