Di mehekê de 560 jinan serlêdana alîkariyê kirin 2020-09-06 13:47:24 STEMBOL - Li gorî rapora meha Tebaxê ya KCDP'ê, 560 jinên rastî tundiyê hatin, serlêdan kirin û daxwaza piştgiriyê kirin. Di raporê de, hat diyar kirin ku jinên serî li sazî û dezgehên fermî dan, her zêde li navendên polîsan mafê wan hatin bipêkirin.    Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), serlêdana jinên ku di meha Tebaxê de hem li ser hesabê medya civakî û hem jî li xeta wan a alîkariyê geriyan kir rapor. Di raporê de hat ragihandin ku jinan bi rêya nûmaraya telefonê ya "0212 912 42 43" û numaraya Whatsappê ya 0505 004 11 98", her wiha bi rêya hesabên medya dîjîtal, e-mail û çapemeniyê serî li wan daye.    Li gorî raporê di meha Tebaxê de herî kêm 560 jinan ji bo alîkariyê serlêdan kirin û li gorî meha derbasbûyî serlêdanên vê mehê ji sedî 33 zêdetir bû.