Sancar li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya: Wê hesab bê pirsîn 2020-09-06 20:05:12   ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li karkerên ku li Sakaryayê êrîşa nîjadperestî li wan hatibû kirin geriya û got ku wê hesabê êrîşê bipirsin. Wê heyeta HDP’ê jî ji bo lêkolîna bûyerê dê serdana karkeran bike.   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li karkerên k udi 4’ê îlonê de li gundê Sirt ê navçeya Ortakoyê ya Sakaryayê êrîşa nîjadperestî li wan hatibû kirin, geriya. Sancar, li karkerê bi navê Hamdîn Demîr geriya û daxwaza xwe ya derbasîbûnê pêşkêş kir. Di gerînê de Sancar derbarê êrîşê agahî girtin û got ku wê hesabê êrîşê di her şertî bipirsin.    WÊ HEYET SERDANA KARKERAN BIKE   Li aliyê din wê heyeteke ku ji Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, nûnerên partiyên tifaqa Kurdistanî û rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan pêk tê dê sibê serdana karkeran bike.   Dê heyet, piştî serdanê encamên lêkolînê û çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve bike.