Mirina bi guman a jina ku bû şahidê destdirêjiya li keça xwe 2020-09-07 09:02:19   AMED – Li navçeya Hênê ya Amedê, dayika G.A. ku 5 xizmên wê bi awayekî sîstematik dest dirêjî wê kirin F.A. piştî dest dirêjiya dawîn a li keça xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Hênê ya Amedê, 5 xizmên G.A. (21) di nav salekê de bi awayekî sîstematik dest dirêjî wê kirin. Xizmên wê yên tecawizkar gef li G.A. xwarin ku bûyerê vebêje û piştî ku G.A. ducanî ma destdirêjiya lê hatibû kirin, derket holê. Dayika G.A. ku destdirêjî lê hatiye kirin F.A. piştî ku bû şahidê destdirêjiya li keça xwe, felç derbas kir û ji axaftin bû. Herî dawî li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, bi awayejî guman jiyana xwe ji dest da. Lê derbarê mirina bi guman F.A. de tu lêpirsîn nehat destpêkirin.   Li gel ku G.A. navê 5 xizmên xwe yên ku dest dirêjî wê kirine daye dozgeriyê û giliya wan kiriye jî dozgeriyê tenê serî li gotinên A.D. daye. Piştî giliya wê, tecawizkar û bavên xwe gefa kuştinê li G.A. ku li gundê xwe dijiya xwarin. Li ser vê yekê G.A. ji aliyê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ve li mala stargehê hat bicihkirin. Lê ji ber ewlehiyê G.A. neçar maye ku heta niha 5 malên stargehê biguherîne.   DI TEMENÊ ZAROKATIYÊ DE 2 CARAN BI MEHRA OLÎ HAT ZEWICANDIN   Dema ku G.A. li gundê Nerib Şeyno yê Hênê jiyaye, di 16 saliya xwe de 2 caran derveyî vîna xwe bi mehra olî hatiye zewicandin. Piştî zewaca xwe ya yekemîn ku salek berdewam dike, bi qasî hefteyek şûnde bi kesekî din re tê zewicandin. Vê zewaca wê jî salek didome û G.A. di dawiya sala 2017’an de vedigere cem malbata xwe. Piştre pismamê wê Î.A. di sala 2018’an de dest dirêjî wê dike. Piştî destdirêjiyê, Î.A. ku zewicandiye, ji bo ku destdirejiya lê hatiye kirine ji kesî re nebêje gefa kuştinê li G.A. dixwe.  Î.A. li axura wan û nav erdan gelek caran dest dirêjî G.A. dike. Piştre jî Î.A. xizmên xwe A.D., M.A., Ş.A. û Î.A. jî digihîne xwe û gelek caran dest dirêjî G.A. dikin.   PIŞTÎ KU DUCANÎ MA DERKET HOLÊ    Di demên cuda de her pênç xizmên wê hem bi komî hem jî cuda cuda destdirêjî G.A. dikin. Ji ber tirsa kuştinê G.A. destdirêjiya li xwe ji tu kesî re nabêje û bûyer piştî ku ji ber nexweşiyê diçe nexweşxaneyê dertê holê. G.A. li nexweşxaneyê hîn dike ku ducanî ye û diçe malên zilamên ku dest dirêjî wê kirine û bûyerê vedibêje. G.A. li malan hem ji aliyê tecawizkarên xwe ve hem jî ji aliyê bavên wan ve tê derbkirin û gefa kuştinê lê tê xwarin.    MIRINA BI GUMAN A DAYIKÊ    Her penç xizmên G.A. ku tê derpkirin, destdirêjiya xwe ya li mala malbata G.A. derbasî axura wan û nav erdan dikin. Dayik F.A li malê dibe şahidê destdirêjiya M.A., Ş.A. û A.D.. Dayik F.A. li hemberî bûyerê ji xwe re sar dibe û ji ber lêdana tecawizkarên keça xwe felc derbas dike û nikare biaxive. Piştî k udi 1’ê cotmeha 2019’an de li nexweşxaneyê tê razandin 23 şûnde bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dide. G.A. diyar kir ku piştî ku dayîka wê li nexweşxaneyê hatine razandin demeke dirêj jê agahî negirtiye û ji ber derbkirinê dayika wê jiyana xwe ji dest daye.   MIRINA KRONÎK!   Xizmên F.A. derbarê mirina wê ya bi guman de axivîn û diyar kirin ku dema wê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê, F.A. ne li ser hişê xwe bûye û destpêkê wê birine beşa lezgîn û piştre jî sewqî beşa nurolojiyê hatiye kirin. Xizman, da zanîn ku li gel ku bijîjkê nurolojiyê tespît kiriye ku derb di serê F.A. de hene û pirsa ku ‘Ev jin hatiye derpkirin?’ jî raporeke edlî neyatiye amadekirin. Sedema mirina F.A. weke nexweşiya kronîk derbasî rapora mirinê hatiye kirin.   'JI BER TIRSIYAN BÊ DENG MAM’    G.A. ku me xwe gihandê, serboriya xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. G.A., derbarê destdirêjî û tundiya ku lê hatiye kirin û gefên kuştinê ku lê hatine xwarin de ev tişt got: “Salekê bi gefa kuştinê dest dirêjî min kirin. Gef xwarin ku wê bavê min, kekê min û dayika min bikujin. Ji ber tirsiyam bêdeng mam. Hin bûm ku ducanî me. Fikirîm ku bavê zarokê min A.D. ye, lewre destpêkê çûm mala bavê wî. Li vir ji aliyê bavê A.D. ve hatim derpkirin. Heta demekê ji ber tirsê neaxivîm. Min xwest ku zarokê xwe ji ber xwe bikim. Lê nizanibûm ku biçim kuder.”   DEMA KU BI 5 MEHAN DUCANÎ BÛYE JÎ DEST DIRÊJÎ WÊ KIRINE    Di raporên nexweşxaneyê de tê fêmkirin ku G.A. dema ku bi 5 mehan ducanî bûye jî dest dirêjî lê hatiye kirin. G.A. diyar kir ku piştî vê destdirêjiyê nexweş ketiye û ev tişt got: “Dema ku ez ducanî bûm, pismamên min M.A., Ş.A. biraziyê wan A.D. bi hev re dest dirêjî min kirin û dayika min bû şahidê vê destdirêjiyê. Ez û birayê xwe yê ji mêjî û laşî ve asteng e tenê li mal bûn. Derê me lê ket û pismamên min û biraziyê xwe hatin malê. Destpêkê pirsa kekê min kirin, piştî ku hîn kirin kes li malê tuneye êrîşî min kirin û li ber çavê birayê min ê asteng dest dirêjî min kirin. Dema ku va her sê kesan dest dirêjî min dikirin dayika min hat malê. Dayika min dît ku destdirêjî li min tê kirin. Destpêkê dayika min ji xwe re sar bû û piştre jî hewl da ku min ji destê wan rizgar bike. Li dayika min dan û sîle avêtinê. Dayika min ket xwarê û gef lê xwarin. Zimanê dayika min lal bû, heta demekê neaxivî. Li ser derba ku xwar ji ser hişê xwe ve çû. Di vê navberê de ew reviyan. Bavê min hat malê, min tiştekî ki bavê xwe re venegot. Dayika min rakirin nexweşxaneyê.”   G.A., diyar kir ku li nexweşxaneyê dayika xwe ziyaret kiriye û derbarê rewşa dayika xwe û gefên ku di heman rojê de li nexweşxaneyê lê hatine xwarin de ev agahî da: “Hişê dayika min li serê wê bû, lê nikaribû biaxive. Di heman rojê de li nexweşxaneyê bavê tecawizkarên min E.A. çekê kir serê min û gefa kuştinê li min xwar. Ez çawa ji nexweşxaneyê veqetiyam çûm dozgeriyê û gilî kir. Mirina dayika min bi guman e. Divê bê lêkolînkirin.” Piştî giliya G.A. Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê re nivîs dinivisîne û qeydên dîmenên roja gefxwarinê dixwaze. Lê dîmen nehatine bidestxistin.    G.A., bi lêv kir ku piştî bûyerê malê terk kiriye, destpêkê çûye Çewlikê û xwestiye li Miduriyeta Polisan a Çewlikê giliya tecawizkarên xwe bike, lê miduriyetê wê aresteyî Amedê kiriye û wiha pêde çû: “Malbatên xizmên min ên ku dest dirêjî min kirin mi şopandin. Bi rengekî ji min re agahî dişandin. Ji ber ku A.D. ezeb bû zextê li min kirin û xwestin ku ez tenê giliya wî bikim. Li ser vê di 11’ê îlona 2019’an de min li Qereqola Hênê giliya A.D. kir. Bi fermana dozger gotinên A.D. hatine girtin, lê ji ber ku sûcdariyên li xwe red kir hat berdan.”   GOTINÊN GUMANBARAN NEHAT GIRTIN   G.A. bi daxwaza ku ji Serdozgeriya Komarê ya Hênê re bê şandin, di 18’ê mijdara 2019’an de bi daxwaznameyekê serî li Dozgeriya Komarê ya Çewlikê da giliyê 4 pismamên xwe kir. Mînakên DNA’yê yên pitika ku G.A. wê welîdand û tecawizkarê wê A.D. ku giliya wî kiribû hev dû negirtin. Li ser vê yekê dozgeriyê, serî gotinên çar zilamên ku G.A. bi sûcdariya “êrîşa zayendî” giliya wan kiribû, neda. Dîsa ji bo diyarkirina bavê pitikê dozgeriyê,  mînaka DNA’yên gumanbarên din jî negirt û tu kirariyek neda destpêkirin. G.A. ku gotin da Dozgeriya Komarê ya Hênê, diyar kir ku ji ber gefên kuştinê yê bavê 2 tecawizkarên wê E.A. tirsiyaye ku navê tecawizkarên xwe aşkera bike. Piştî demekê G.A. derbarê tecawizkarên xwe Î.A., M.A., Ş.A. û Î.A de gilî kir û destnîşan kir ku li mala stargehê dimîne û pitika wê dane malbatekê û ji ber ku gelek caran dest dirêjî lê hatiye kirin nizane ku bavê biyolojîk ê pitika wê kî ye.    GELO HEWL TÊ DAYÎN KU DOSYA BÊ GIRTIN?    Li gel gilî û serboriyên G.A. jî tenê ji gumanbaran gotinên A.D. hatine girtin. Hat hînbûn ku derbarê 4 gumanbarên destdirêjiyê de tu kirarî nehatiye kirin. Hat hînbûn ku kekê tecawizkarekî polis e. G.A. destnîşan kir ku ji polisan bigire heta dozgeran kes jê bawer nake û ev tişt got: “Ewlehiya min a jiyanê tuneye. Salekê ye qaçax dijîm. Hê jî ewlehiya min a jiyanê tuneye. Banga hestyariyê li raya giştî dikim.    MA / Arjîn Dîlek Oncel