Li Girtîgeha Kirşehîrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 112’an de ye 2020-09-07 09:03:29   MERSÎN – Çalakgerê greva birçîbûnê yê li Girtîgeha Kirşehîrê Cûmalî Yildirim, derbarê çalakiya greva birçîbûna ya ku 112 roj in bi awayekî dorveger didome axivî û diyar kir ku 4 meh in di hucreyên yekkesî de tên girtin û tenê 20 deqe dikarin derkevin hewagirtinê.   Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi tevlîbûna 13 girtiyan, di meha gulanê de li Girtgîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê, li dijî binpêkirina mafan bi awayekî dorveger hatibû destpêkirin, di roja 112’an de didome. Ji çalakgerên greva birçîbûnê girtî Cûmalî Yildirim, di hevdîtina bi rêya telefonê ya ku bi malbata xwe re kir de derbarê rewşa wan û şertên girtîgehê de agahî dan. Yildirim, diyar kir ku bi 12 hevalê xwe yê ku 4 meh din di greva birçîbûnê de re di hucreyên yekkesî de tên girtin.    3 SAL IN ÇALAKÎ QEDEXE NE   Yildirim, destnîşan kir ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin çalakiya xwe bidomînin û ev tişt ragihandin: “Rojê tenê nîv saet ava cemidî didin. Heftê du şevan jî piştî saet 23.00’an ava germ tenê ji bo nîv saetî didin. Jimartina li ser piya li me tê ferzkirin. Hucreyên yekkesî yên em lê tên girtin hêmî ne û bêhewa ne. Rojê tenê me ji bo 20 deqeyan derdixin hewagirtinê. 3 sal in bi tu awayî me dernaxin tu çalakiyê. Bi pêkanînên kêfî qedexeyên hevdîtin û çalakiyan dane me. Rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgunê nadine me. Bi hinceta ku peyamên sûblîmînal peyam dide rêxistina “terorê” freqansên FOX TV’yê jî girtine.”    ‘TIŞTÊN TÊN JIYÎN ZILM E’    Dayika Cûmalî Yildirim, Besra Yildirim (65), diyar kir ku pêkanînên ku kurê wê li girtîgehê bi wan re rû bi rû tê hiştin derveyî mirovahiyê ne û ev tişt got: “Ev pêkanînên girtîgehê me diêşînin. Hevdîtina bi kurê min re jî qedexe kirine. Berê hin caran em diçûn hevdîtinê û me dilê xwe rehet dikir. Lê êdî vê jî qedexe kirine. Wê çawa çê bibe? Ev tiştên tên kirin, ne karê mirovahiyê ne. Şerm e guneh e. Herî dawî min beriya 6 mehan bi kurê xwe re hevdîtin pêk anî. Ev tiştên tên jiyîn zilm e. Ez vê êşê temûl nakim. Me êdî şev û rojan ji xwe bîr kiriye. Ev ewladê me ne, mirov dikare deyax bike? Ev mirovahî ye? Em bi telefonê diaxivin lê telefon derdê me derman nake. Zilm û îşkenceyê li zarokên me dikin.  Ma me zarokên xwe li ser sergo dîtiye? Me jyana xwe daye wan.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Herî dawî dayika Yildirim banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest ku binpêkirinên li girtîgehê demildest bi dawî bibin.   MA / Omer Akin