Hêviya wan a kar dîtinê tuneye 2020-09-07 09:03:47   ÎZMÎR – Xwendkarên zanîngehê ku ji pandemî û qrîza aborî bi bandor dibin, diyar kir ku bi pêvajoya pandemiyê re mexdûr bûne û ji ber vê yekê ne bi hêvî ne ku piştî derçûnê kar bibînin.    Xwendakarên zanîngehê, ji ber pêvajoya pandemiyê û qrîza aborî ku her roja ku diçe girantir dibe, ji pêşerojê bi fikar in. Xwendakarên zanîngehê yên li Îzmîrê, bal kişandin ser zehmetiyên perwerdeya ji dûr ve ku ji ber pandemiyê tê dayîn û diyar kir ku fikarin wan ên ku di pêşerojê de kar nebînin hene.   JI CIVAKBÛNÊ DÛR DIMÎNIN   Xwendakar Alî Çaldirici, diyar kir ku mecrayên ku ew lê demên xwe derbas dikin ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve hatine girtin û wiha got: “Ez ji malbateke karker têm. Gelek xwendekarên ku mîna ji hêla aborî ve nikarin debara xwe bikin hene û ji qadên civakî dûr dimînin. Xwendkar di karên giran de dixebitin. Ji berk u wekheviya aborî nîne wekheviya hiqûqî jî çênabe. Bi pandemiyê re şert hê nebaştir bûn. Ji ber kêmbûna înternetê neketim piraniya dersên xwe.”    NEDIYARÎ   Xwendekar Zûhal Sert jî destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de ji neçarî li ser telefonê dersên xwe şopandiye û ev tişt anîn ziman: “Ji ber pandemiyê mamosteyan nobet digirt û ji ber vê yekê min gelek dersan nedît. Niha derkevin stajê nizanim ku ez ê çibikim. Nîv serdemeke min vala vala çû. Me dersên bi pêkanîna digirt, lê me negirt. Tenê vîdeoyek vebû, me wan temaşe kir.”    ACIZIYA JI BER KAR NEDÎTINÊ    Xwendekar Guney Mengen jî bi lêv kir ku wê der biçe lê hêviyên wî yên kar dîtine nemane û ev tişt gotin: “Xwendekarên ku derçûn dibin diplomaya xwe digirin û ji ber ku kar nabînin diçin cem malbata xwe. Bêkariya ciwanan her roja ku diçe zêdetir dibe. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên nav malbatê û civakî. Me aliyê  civakî bi zêdebûna întîharan dît. Mirov pirsgirêkên derûnî dijîn, ji ber vê sedemê întîhar dikin. Piştî ku diplomaya xwe bigirim dixwazim pîşeya kum in perwerdeya wê girtî ye bikim.”    HEKE ZANÎNGEH VEBIBIN DÊ HEJMARA PÊKETIYAN ZÊDE BIBE   Di berdewamê de Mengen, destnîşan kir ku desthilat pêvajoya pandemiyê nikare bi rê ve bibe û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heke zanîngeh vebibin dê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê zêde bibin. Wê demê jî wê pêvajoya pandemiyê neyê birêvebirin. Li wargehan 4-5 kes bi hev re li odeyan dimînin, wê çawa bergirî bê girtin? Wê rîsqa vê çawa bigirin ser xwe?”