Gundê karkerên êrişî wan hatibû kirin xistin karantînayê 2020-09-07 09:43:12 MÊRDÎN - Berî serdana HDP’ê û tifaqa Kurdistanê, gundê karkerên li Sakaryayê rastî êrîşê hatin, bi hinceta vîrûsa koronayê heya 7 rojan kirin karantînayê.    Gundê karkerên kurd ên li Taxa Sirt a navçeya Ortakoy a Sakaryayê rastî êrîşî hatin, Kelekê ya girêdayî navçeya Şemrex a Mêrdînê ya û gomên girêdayî gund Der û Karasû kirin karantînayê. Bal kêşe ku qeymeqamtiya Şemrexê berî serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û tifaqa Kurdisatanî ya saet 11.30’na bi hinceta vîrûsa koronayê (Kovîd-19) biryar da ku gund heya 7 rojan bixin karantînayê.    Piştî ku karker ji Sakaryayê vegeriyabûn gundê xwe, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rojnamegeran xwestibûn biçin gund, lê çûyîna wan a gund hatibû astengkirin, eskeran gund dorpêç kiribûn, di ketina gund de nuqteya kontrolê danîbûn û ketina gund qedexe kiribûn.