Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji wezîfeyê hatin girtin 2020-09-07 09:50:02   AMED / AGIRÎ – Qeyûmê Şaredariya Farqînê Mehmet Uslu û qeyûmê Şaredariya Giyadînê Hasan Dogan ji wezîfeyê hatin girtin.    Di 24’ê adara 2020’an de Qeymeqamê Navçeya Farqînê Mehmet Uslu ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ve wek qeyûm tayînî Şaredariya Farqînê ya HDP’ê hatibû kirin. Wezaretê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ji wezîfeyê girtibû. Wezareta Karê Navxweyî di çarçoveya lêpirsînek derbarê Uslu de ji wezîfeyê girt. Qeymeqamê Navçeya Çerkeş a Çankiriyê Omer Farûk Çelîk tayînî şûna Uslu hat kirin.    Têkildarî lêpirsîna derbarê Uslu de agahî nehatin bidestxistin.    AGIRÎ   Wezareta Karê Navxweyî, Hevşaredara Navçeya Giyadîna Agiriyê Betul Yaşar ji wezîfeyê girtibû û Qeymeqamê Giyadînê wek qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin. Li ser fermana Wezaretê, qeyûm Dogan ji wezîfeyê hat girtin. Hat zanîn ku Dogan di çarçoveya lêpirsîna Cemata Gulen de hatiye destpêkirin.