Madenvanî wê qadên jiyanê yên koçeran tune bikin 2020-09-07 11:22:11   COLEMÊRG – Koçeran bertek nîşanî 5 herêmên Colemêrgê veguherînin qada madenê da û gotin dê bi vê biryarê qada jiyana wan jî tune bibe.    Miduriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê (MAGEP), ji bo 5 herêmên ku dikevin sînorên navenda Colemêrgê, navçeyên Gever û Rûbarokê ji bo veguherîne qada madenê demek beriya niha pêvajoya îhaleyê da destpêkirin. Li Geverê Golên Sat ên Cîlo û gundê Korgan, li Rûbarokê Çiyayê Govend û li navendê jî geliyê gundê Kotranîs û Zozanên Nebirnavê tê xwestin ku veguherînin qadên madenê. Berteka li dijî van qadan ku tê xwestin were veguhertin didome. Koçerên bi salane ji herêmên Botan û Xerzanê ku diçin Colemêrgê zozanan diyar dikin ku wê ew maden bandorek neyînî li ser wan bike û qadên wan ên jiyanê tune bibe.    'ZOZAN TUNE BIBIN EM JÎ NIKARIN BIJÎN’    Mewlûde Şengoz a li Zozanên Nebirnavê koçeriyê dike diyar kir ku sewalkarî ji madenvaniyê gelek bi nirxtir e. Şengoz anî ziman ku heke herêm ji bo madenê re vebibe wê bandorek neyînî li ser wan bike û got: “Em neçarin werin van zzozanan. Êdî ev zozan bûne wek mala me. Tenê mîrateya koçeriyê ji me re maye. Heke ev zozan jî werin tunekirin em ê nikaribin bijîn. Em naxwazin li vê derê li madenê bigerin û xwezaya me tune bikin.”    'SEWALKARÎ JI MADENVANIYÊ ÇÊTIR E’    Abdulmelîk Şengoz ê koçeriyê dike jî da zanîn ku wê xebatên madenê tengezariyên mezin ji bo wan derxe holê û wiha got: “Debara me jî li ser sewalkariyê ye. Wê ev meseleya madenê zirarê bide me. Her wiha wê mêrg û zozan tune bibin. Ji Sêrtê em derdora 50 malbatî hatine vir. Herî kêm 10 hezar pezê me heye. Sewalkarî ji bo me ji madenvaniyê bi qîmettir e. Em heqê nanê xwe ji sewalkariyê derdixin. Ji ber vê yekê em xebatên madenê li vir naxwazin.”    WÊ SEWALKARÎ BIQEDE    Omer Îlbaş ê koçeriyê dike jî destnîşan kir ku heke karê madenê li vir were destpêkirin wê sewalkarî neyê li vê herêmê neye kirin û wiha got: “Ev yek wê bi xwe re tunekirina sewalkariyê jî bîne. Îro li Sêrtê yek ji cihên herî zêde koçerî lê tê kirin kîloya penêr derketiye 42 lîreyan û kîloya goşt jî derketiye 70 lîreyî. Rewş wisa ye û wê vê herêma zozanên me madenvaniyê bidin destpêkirin. Heke madenvanî were kirin wê sewalkarî jî biqede. Cihê sewalkariyê ya ji bo aboriya welat gelek girîng e. Heke sewalkarî were qedandin dê kîloya penêr derkeve 200 lîreyan. Li qadên koçeriyê heke madenvanî were kirin, em ê perîşan bibin. Wê qadên jiyana koçeriyê tune bibin û em ê neçar bibin ku sewalên xwe bifiroşin. Wê însan ewqas sewal li ku xwedî bikin? Wê çawa debara xwe bikin? Em naxwazin hawîrdorê me bi madenê were dorpêçkirin. Wê maden tenê çend şîrketan dewlemend bike. Em ji vê nerazî ne û em dixwazin xwezaya me azad berdin.”    MA / Hamza Gunduz