Li Rihayê 2 qeymeqam ji wezîfeyê hatin girtin 2020-09-07 12:15:36   RIHA - Piştî qeymeqamên Farqîn û Giyadînê ji wezîfeyê hatin girtin, hat zanîn ku qeymeqamên navçeyên Karakopru û Kaniya Xezalan ên Rihayê jî ji wezîfeyê hatin girtin.    Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî qeymeqam û qeyûmên navçeyên Farqîn û Giyadînê ji wezîfeyê girt, hat zanîn ku Wezaretê Qeymeqamê Navçeya Karakopru ya Rihayê Ufuk Akil û Qeymeqamê Navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê Hamza Ozer jî ji wezifeyê girtiye.    Qeymeqam Ufuk Akil di heman demê de cîgirê Waliyê Rihayê bû. Cîgirê Waliyê Rihayê Abdullah Abîd Oztoprak tayînî şûna Akil hat kirin.    Hat zanîn ku Qeymeqamê Heranê Cîhan Koç jî bi wekaletî tayînî şûna Qeymeqamê Kaniya Xezalan Hamza Ozer hatiye kirin.    Tê gotin her du qeymeqam jî bi hêceta têkiliya wan bi Cemata Gulen re heye ji wezîfeyê hatine girtin.    Wezareta Karên Navxweyî heta niha têkildarî ji wezîfe girtina qeymeqaman tu daxuyaniyek belav nekiriye.