KESK: Zimanê tund ê îqtîdarê êrişan bi xwe re tîne 2020-09-07 14:37:47   WAN – Platforma Şaxên KESK’ê ya Wanê bertek nîşanî êrişa li dijî karkerên kurd da û diyar kir ku zimanê îqtîdarê yê tundî û dubendiyê êrişên nijadperest bi xwe re tîne.    Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê têkildarî êrişa li Sakaryayê ya li dijî karkerên kurd civîna çapemeniyê li dar xist û bi daxuyaniyê şermezar kir. Civîn li avahiya sendîkayê pêk hat û Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’ê Seyfettîn Îtah daxuyanî da.   Îtah diyar kir ku li bajarên Derya Reş êrişên li dijî karkerên kurd qet kêm nabin û êrişên li dijî kurdan ji polîtîkayên civakî, aborî û siyasî ne cudatir in. Îtah destnîşan kir ku zimanê tund û dubendî yê îqtîdar bikar tîne van êrişan bi xwe re derdixe holê û ew van êrişên nijadperest ên li dijî karker û xelkê kurd bi tundî şermezar dikin.