Endama Komeleya Rosayê Nazlier hat berdan 2020-09-07 15:55:01   AMED - Endama Komeleya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier a ji doza komeleya girtî dihat darizandin bi şerta qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.    Di 22'yê gulanê de ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li Amedê lêpirsînek hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), siyasetmedar, endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê û bi tevahî 18 kes hatin binçavkirin. Ji 18 kesan 12 kes hatin girtin. Her wiha di 7'ê hezîranê de dîsa ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsînek din hat destpêkirin û di encamê de endama Komeleya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier hatibû girtin.    Danişîna ewil a doza Nazlier li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarixstin. Nazlier bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerê wê Resul Tamûr jî di danişînê de amade bû. Di destpêka danişînê de îdianameya derbarê Nazlier de ku hatibû madekirin hat xwendin. Nazlier dest bi parastina xwe kir û îdiayên derbarê xwe de red kir. Parêzer Tamûr jî parastina miwekîl xwe kir û xwest miwekîla wî were berdan.    Şandeya dadgehê derbarê Nazlier de biryara berdanê da û sepana qedexeya derketina derveyî welat danî. Danişînek din taloqî 18'ê mijdarê hat kirin.