Dayik û xwişka Gulîstan Doku hatin binçavkirin 2020-09-07 16:25:40 DERSIM - Xwişk û dayika Gulîstan Doku yên dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, bi lêdanê hatin binçavkirin.   Dayik û xwişka xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya ku di ev 247 rojin agahî jê nayê girtin Bedriye û Aygûl Dokû ji bo Dokû bê dîtin, bersûc bên girtin û darizandin li Qada Seyît Riza dest bi çalakiya rûniştinê kirin, lê polîsan çalakiya malbatê asteng kir, dayik û xwişka Dokû bi lêdanê binçav kirin.   Polîsên ku dayîk û keça wê derp kirin, birin Miduriyeta Polîsan a Dersimê. Parêzerê malbatê Alî Çîmen, binçavkirin dayik û xwişka Gulîstan Dokû ragihand û diyar kir ku ev binçav kirin ne hiqûqiye.   Xwişak Dokû Aygul Doku jî li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir: "Ji bo ku xwişka min bê dîtin me dest bi çalakiya rûniştinê kir. Lê em hatin binçavkirin. Polîsa jin du sê caran pehîn li pişta min xist. Dûre min dîmenê wê girt. Polîsekê din hat dest danî ser telefona min û vîdeoya min kêşa jê bir. Dayika min ji ser hişê xwe çû. Me li nexweşxanê rapora derpkirinê girt.